Li dijî qedexeya hezar û 571 rojî serî li dadgehê da 2021-03-11 09:00:53 WAN - Li Wanê lidarxistina çalakî û xwepêşandanan hezar û 571 roj in qedexe ne. Parêzer Jîndar Ûçar ku li dijî vê serî li dadgehê da, diyar kir ku bi qedexeyan azadî û mafên qanûnî tên binpêkirin.  Walîtiya Wanê ji 15'ê Tîrmeha 2016'an heya niha 15 an jî 30 rojî carekî li bajêr lidarxistina çalakî û xwepêşandanan qedexe dike. Qedexeya li bajêr hezar û 571 roj in didome. Ji bo betalkirina van qedexeyan Baroya Wanê heya niha 14 caran serî li dadgehê daye, lê belê hemû serlêdan hatine redkirin. Parêzer Jîndar Ûçar, ji bo qedexeya dawî ku di 3'yê Adarê de hatibû îlankirin serî li Dadgeha Îdareyê da.    DI 4 SALAN DE 15 SERLÊDAN    Parêzer Ûçar, destnîşan kir ku pêkanînên Rewşa Awarte bi awayekî fiîlî didomin û bi qedexeyan mafên qanûnî tên binpêkirin. Ûçar, anî ziman ku berê bi hinceta "ewlehiyê" qedexe dihatin îlankirin, lê belê niha jî bi hinceta pandemiyê. Ûçar got: "Lê belê me dît ku tu eleqeya van xisûsan bi bajarê Wanê re tune ye."    Ûçar, bibîr xist ku Baroya Wanê ji ber van qedexeyan 14 caran serî li dadgehê daye û got: "Lê belê dadgehên xwecihî serlêdan hemû red kirin"    BINPÊKIRINA AZADIYÊ    Ûçar, destnîşan kir ku bi van qedexeyan re azadiya fikr û ramanê jî tê binpêkirin. Ûçar, anî ziman ku lê belê partiya îqtidarê bi rihetî kongreyên xwe li dar dixe û got: "Kongreyên AKP'ê li deverên sergirtî, bi beşdarbûna bi deh hezaran tên lidarxistin. Lê me Baroya Wanê, nikaribû kongreya xwe li dar bixe. Em tim dibêjin ev ne li gor hiqûqê ye, lê belê bi destê darazê tê domandin. Heger qanûna bingehîn mafek diyar kiribe, ne mimkun e ku ev bi destûr îdareyê bê girêdan. Ji ber vê min doz kir. Em dozê dişopînin. Ez bang li hevpîşeyên xwe dikim ku bi vê berpirsiyariyê tevbigerin."    MA / Dîndar Karataş