Ji bo ku qada hêşîn ji înşatê re veke 'mizgeft' kir amûr 2021-03-11 09:00:51 AMED - Huseyîn Beyoglû ku YSK'ê ew kir şaredarê Şaredariya Rezanê, xwest bi projeya mizgeftê qada hêşîn têxe ber îmarê. Dadgehê, diyar kir ku projeya navborî dê ji xeynî mizgeftê rê li ber avahiyên din jî veke û ji ber vê ew da sekinandin.  Şaredarê AKP'î Huseyîn Beyoglû ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YKS) ew kiribû şaredarê Şaredariya Rezan a Amedê, xwest bi projeya mizgeftê qada hêşîn têxe ber îmarê. Lê belê dadgehê destnîşan kir ku projeya navbirî d ji xeynî mizgeftê rê li ber avahiyên din jî veke, lewma projeyê da sekinandin.    Şaredariya Rezanê, di 17'ê Sibata 2020'an de, fonksiyona eraziyê parsel 3-4 ê li Taxa Bagcilarê guherand, kir "qada îbadetê." Ji ber vê Odeya Plansazên Bajêr a Amedê diyar kir ku dê ev bibe sedema zirareke ku vegera wê tune ye û serî li Dadgeha Îdareyê da. Dadgehê jî di biryara xwe de destnîşan kir ku dê projeya navbirî ji xeynî mizgeftê rê li ber avahiyên din jî veke, lewma proje da sekinandin.    Piştî vê biryarê şaredariyê îtiraz kir, lê belê dadgehê îşaret bi rapora pêzaniyê kir û îtiraza şaredariyê red kir û projeyê da sekinandin.