Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin 2021-03-11 09:00:48 AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku dê di Newroza Amed, Mêrdîn û Wanê de ji bo kampanyaya zimanê kurdî îmzeyan berhev bikin û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku dê xebata ji bo ziman yekîtiya neteweyî xurttir dike. Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê ya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî, di 22'yê Sibatê de ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerehiyê û zimanê fermî li ser înternetê kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Heya niha bi awayekî onlayn nêzî 13 hezar îmze hatine berhevkirin.    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ku di nav Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê de cih digirin, xebatên derbarê kampanyaya îmzeyê de nirxandin.    ‘WÊNEYÊ KURDISTANÊ'    Çîftyurek, anî ziman ku ew Platforma Zimanê Kurdî ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî xebateke dûr û dirêj dane destpêkirin û ji bo vê kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Çîftyurek, destnîşan kir ku di çarçoveya vê xebatê de heya niha serdana gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kirine. Çîftyurek, kombûna van sazî û partiyan a di bin banê Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê de wekî "wêneyê Kurdistanê" nirxand û destnîşan kir ku ev bûye cihê kelecaneke mezin û got: "Divê ev heycan neqede."    ‘ZIMAN EM ANÎN CEM HEV DU'    Çîftyurek got: "Heger partî û sazî ji bo ziman li hev kom bûbin, ev dê bi xwe re tifaqa yekîtiya neteweyî jî xurt bike. Ziman, ev partî hemû anîn cem hev du. Heger em bi hev re tevbigerin, zû an dereng em ê yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin. Kurd hemû dibêjin, 'bibin yek.' Ev peyam e, ji bo me."    ‘Ê HUNERMEND VÎDEOYAN PARVE BIKIN'    Çîftyurek, anî ziman ku Komîsyona 21'ê Sibatê çend roj berê li hev kom bûye û hin biryar girtine. Çîftyurek, da zanîn ku dê di Newroza Amed, Mêrdîn û Wanê de îmzeyan berhev bikin û got: "Hunermendên navdar ên kurd, ê ji bo ziman vîdeoyan parve bikin. Ê bibêjin ku gelê kurd xwedî li zimanê xwe derdikeve. Me partiyên siyasî, formên îmzeyan şand hemû bajaran. Em ê di Newroza Amed, Wan û Mêrdînê de îmzeyan berhev bikin."    ‘ZIMAN DI SER SIYASETÊ RE YE'    Cîgirê Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Ahmet Kaya jî diyar kir ku pir kêfxweş bûne ku partiyên siyasî yên kurdî ji bo ziman haine cem hev du. Kaya, bilêv kir ku di nav civakê de her diçe axaftina bi kurdî kêm dibe, lewma bi vê kampanyayê armanca wan ew e ku kurdî li hemû qadên jiyanê bê axaftin. Kaya, destnîşan kir ku kurdî zimanekî pir dewlemend e û divê bibe zimanê perwerdehiyê. Kaya got: "Ziman, ji bo me pir girîng e. Divê nebe malzemeyek siyasetê. Divê partiyên siyasî hemû bi hev re tevbigerin. Heger ziman ji dest me biçe, ê hemû tiştên derbarê Kurdistanê de pûç bibin. Lewma, ji bo gel ziman di rêza ewil de ye. Heger ziman biçe, gel jî namîne."    ‘EM KAMPANYAYÊ ÎMZE BIKIN'    Kaya, bilêv kir ku di qeydên meclîsê de kurdî wekî zimanekî nayê zanîn tê lansekirin, lewma divê her kes pêşî li ber vê rabe û got: "Gava civak nerazîbûna xwe nîşan nede, wekî ku ev yek qebûl kiribe. Lê gava nerazîbûna xwe bîne ziman, ê liberrabûn derkeve holê. Gelek xebat tên kirin, kampanya tên kirin. Heger kurd vê daxwazê bi awayekî xurt bînin ziman, ê di pêş de ev ziman wekî zimanekî taybet bê qebûlkirin. Daxwaza herî rewa ya kurda ye. Em çi qasî xurt bikin, wê destê me ew qasî xurt bibe. Pêşî divê em di vî warî de xurt bin. Heger em li mala xwe, li baxçeyê xwe, li kargehên xwe bi kurdî biaxivin, em ê bi tu qedexeyan re rû bi rû nemînin. Çend roj berê me sredana du partiyên kurdî kirin. Ê di pêş de encamên xwe derkevin holê. Beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin. Ev ê hem ji bo kesên di vî warî de dixebitin bibe moralek xweş, hem jî em bi vî awayî hesasiyeta xwe ya ji bo zimên bidin der."