Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin 2021-03-10 16:47:05 VAN - Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, hat rakirin. Derbarê Hevşaredarên Bêgiriyê yên HDP’î Yilmaz Şalan û Leyla Balkan ên ji pêywîrê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin de bi idiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 5'emîn a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Hevşaredar Şalan ê derbarê wî de hefsa malê hebû beşdarî danişînê nebû. Hevşaredar Balkan û parêzerê wan Umît Dede di danişînê de amade bûn. Balkan, beyanên xwe yên danişîna beriya viya dûbare kirin. Parêzer Dede jî daxwaz kir ku hefsa malê ya muwekîlê wî were rakirin. Dadgehê hefsa malê ya Şalan rakir û biryara pêkanîna şertên kontrola edlî da û danişîn taloqî 28’ê hezîranê kir.