Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin 2021-03-10 15:46:46 WAN - Di danişîna doza bobelata keştiya penabaran de daxwaza berdana bersûcan hat redkirin û danişîn taloqî 3’yê gulanê hat kirin.  Di 27’ê hezîrana 2020’an de keştiya penaberan noqî Gola Wanê bûbû û 2 jê zarok 61 penaber miribûn. Danişîna ewil a doza derbarê 7 jê girtî 12 bersûcan de li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Wanê hat lidarxistin. Bersûcên girtî Medenî A., Burhan Ç., Cuneyt A., Mehmet A., Serdar O., Serkan O. û Soner K. ku ji sûcên “Qaçaxiya penaberan a bi wesf kirine” û “Bi zanebûna bi qisûr bûne sedemê mirina ji kesek zêdetir” tên darizandin bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) li danişînê hatin amadekirin. Bersûcên negirtî Mehmet Sami A., Nîhat A. û Osman Y. jî ji Edliyeya Westanê bi SEGBÎS’ê û bersûc Vedat Y. jî di danişînê de hatin amadekirin.    Parêzer Mahmut Kaçan, Jîndar Uçar û Bahtiyar Kandeger ên endamên Baroya Wanê û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn.    Piştî parastina bersûcan, parêzer axivîn. Parêzerên bersûcan xwestin miwekîlên wan werin berdan. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişînê taloqî 3’yê gulanê kir.