Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin 2021-03-10 14:44:37 AMED - HDP’ê li Amedê bi çalakiya rûniştinê bal kişand ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê. Parlementera HDP’ê Remziye Tosûnê bertek nîşanî astengkirina polîsan da û wiha got: “Pêwîste em ji tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê re bêdeng nemînin.” Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger ku girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bi dawî bibin, dan destpêkirin di roja 104’an de didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Amedê ji bo balê bikşîne ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê xwest li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), HDP’ê, Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan çalakiyê dorpêç kir û destûr nedan daxuyanî were lidarxistin. Parlementer Remziye Tosûn jî li ser vê yekê bertek nîşanî astengkirina polîsan da.    ‘EM BÊDENG NEMÎNIN’   Tosûn bi bîr xist ku girtî ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin 104 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne û wiha got: “Pêwîste em ji tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê re bêdeng nemînin. Her ku em bêdeng bimînin tecrîd wê li ser tevahiya civakê belav bibe.”    ROJNAMEVAN HATIN ASTENGKIRIN   Dema Tosûn diaxivî, polîsan destûr neda ku rojnamevan dîmenan bikşînin û rojnamevan bi qasî 10 mîtroyan ji dorpêça polîsan dûr kirin. Polîsan ji rojnamegeran re got “qertê we yê zer ê çapemeniyê tune be hûn nikarin dîmenan bigirin."    ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ    Piştî axaftina Tosûn, welatiyan dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî astengkirinê dan. Komê piştî li vir demekî kurt çalakiya rûniştinê li dar xist û belav bûn.   POLÎSAN NEHIŞT KALÊ EXTIYAR AVÊ VEXWE!   Di vê navberê de dema çalakiya komê berdewam dikir kalekî di nava parkê de dimeşiya, ji ber polîsan ew astengkir ku di rêya nêzîkî dorpêçê de bimeşe bertek nîşanî polîsan da. Piştî bertekê bi dehan polîsan welatiyê kal dorpêç kirin. Li ser vê yekê welatiyê kal ji polîsan re got “ez nexweşim divê ez ji vê kaniya kêlekê avê vexwim." Lê belê tevî vê yekê jî polîsan destûr neda ku welatiyê extiyar avê vêxwe.