Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin 2021-03-10 12:05:12 MÊRSÎN - HDP'ê li Mêrsînê starta "Hevdîtinên Nan û Kar" da û wê ev çalakî 3 rojan bidome. Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kızıldere diyar kir ku wê pirsgirêkên bajar bibin Meclîsê û hewl bidin ku çareser bikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 21’ê Çileyê de li Amedê starta “Hevdîtinên Nan û Kar” dabû. Hevdîtin piştî Îzmîr û Wanê li Mêrsînê didomin. Heyeta HDP’ê beriya hevdîtinên ku 3 rojan bidomin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar Nacî Sonmez, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî Samet Menguç, Parlmenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Ridvan Tûran beşdarê civînê bûn.    ‘EM Ê PIRSGIRÊKAN BIBIN MECLÎSÊ’   Di civînê de Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere axivî û diyar kir ku wê pirsgirêkên gelê Mêrsînê guhdar bikin û anî ziman ku pirsgirêkên ku tên jiyîn wê bibin Meclîsê û hewl bidin çareser bikin.    XIZANÎ KÛR BÛ    Menekşe diyar kir ku ji ber pandemiyê li welat qeyraneke mezin tê jiyîn û wiha got: “Mirov êdî nikarin pêwistiyên xwe yên bingehîn bistînin. Qeyrana ekolojîk tê jiyîn. Desthilata ku tercîhên xwe yên bütçeye ne guhertin zilmê li gel dike. Sermayeyê êrîşî çavkaniyên gel kirin û xesp kirin. Qeyrana xizaniyê kur tir bû. Razemeniyên nukleerê ên tu pêwistî pê nînin kê dewlemend dikin?”   ‘BUDÇE JI ŞER RE TÊ VEQETANDIN’   Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî derbarê qeyrana aboriyê de wiha got: “Gelê Tirkiyeyê xizan e. Bêkarî zêde dibe. Mirov xwe dikujin. Divê ji budçeyê sedî 90 ji gel re were veqetandin. Lê ev budçe ji şer re tê veqetandin.”   SANTRALÊN NUKLEER   Îpekyuz da zanîn ku wê guhdariya hemû gel bikin û wiha axivî: “Di pêvajoya pandemiyê de hemû beşên kar perîşan bûn. Hikumetê got dê piştgiriyê bikin lê alîkariya dikandaran nekirin. Pirsgirêka jinê heye. HDP wê bibe dengê van pirsgirêkan.    Îpekyuz derbarê Santrala Nukleerî de ya li devera Akkûyû ya navçeya Gulnara Mêrsînê de jî hatiye avakirin wiha got: “Divê santralên nükleere ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê tune bin. Cîhan ji santralên nükleer dûr dikeve lê li Tirkiyeyê razemenî tên kirin. Di santralên nukleer de tu berjewendiyê mirovan nîne. Ev hem bi ekolojî hem jî bi awayê tenduristî zirar e. Avakirina santralê ne hiqûqî ye. Ev zilm e.”   Şandeya HDP’ê piştî civînê dê heta êvarê li bajêr serdanên xwe bidomînin.