Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze 2021-03-10 09:01:45 STENBOL - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, ji bo kampanayaya îmzeyan a ji bo zimanê kurdî bang kir û destnîşan kir ku heya niha bi ser 12 hezarî re îmze hatine komkirin.  Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî, di 22'yê Sibatê de ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî li ser înternetê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Heya niha di ser 12 hezar û 500'î re îmze hatine komkirin. Wê kampanya heya 15 Gulanê bidome û dû re îmzeyên hatine komkirin berpêşî saziyên têkildar bên kirin.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, bal kişand ser girîngiya kampanyayê û bang kir ku her kes tevli kampanyayê bibe.    Sûbaşi, diyar kir ku heya niha di ser 12 hezar û 500'î re ke stevli kampanyayê bûne û di nêz de dê dest bi berhevkirina îmzeyên asayî jî bikin. Sûbaşi, destnîşan kir ku bi awayekî onlayn xwegihandina derdoreke fireh hêsantir e û got: "Heya ji dest me bê em kampanyayê ebrbelav bikin. Kesek tenê jî dikare bigihîne bi sedan kesî û bi vî awayî em ê karibin bi sedhezaran îmzeyan berhev bikin."    GIRÎNGIYA KAMPANYAYÊ   Sûbaşi, anî ziman ku heger bi sed hezaran kes tevli kampanyayê bibin û îmzeya xwe deynin binî kampanayayê wê çaxê dê daxwazên wan bi awayekî baş bibin rojev û wê li hemberî polîtîkayên dewletê bihêztir bibin. Sûbaşi got: "Wê bike ku em karibin li qada navneteweyî daxwazên xwe bi awayekî xurt bînin zimên. Armanceke kampanayayê jî zindîkirina bîra zimên e û xebatên di warê zimên de bike rojeva gelê. Heger bi sedhezaran kes îmzeya xwe deynin binî, dê bîra zimên di mêjiyê bi milyonan kesî de bi ruh û can bibe. Wê bi vî awayî gel jî bibîne ku derbarê zimên de xebat tên kirin û wê careke din girîngiya zimên derkeve holê."    XWEDÎDERKATINA LI ZIMÊN    Sûbaşi, destnîşan kir ku zimanê zikmakî bivê nevê ye ji bo neteweyekê û ji bo kurdbûyînê jî şert û merceke sereke jî kurdî ye. Sûbaşi, bilêv kir ku heger xwedî li kurdî neyê derketin dê bê jibîrkirin û got: "Heger wisa dewam bike û heya çend salên din statuyek bi dest nekeve, ê rewşa kurdî pir xirab bibe. Ê têkoşîna kurdan qels bibe. Lewma ziman, pir girîng e."    BANGAWAZΠ   Sûbaşi, ji bo beşdarbûyînê bang li her kesî kir û destnîşan kir ku tevlêbûna kampanyayê ji bo statu û pêşketina kurdî pir girîng e. Sûbaşi, bang li nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurdan kir û got: "Em dixwazin rewşenbîr û hunermendên kurd tevli kampanyayê bibin û vîdeoyên kurt bigirin û ji Platforma Zimanê Kurdî û Tevna Çand û Zimanê Kurdî re bişînin. Ê ev vîdeo jî li vir bên parvekirin û wê kampanya xurtir bibe. Ne tenê Platforma Zimanê Kurdî û Tevna Çand û Zimanê Kurdî, divê her kes xwedî lê derkeve. Her wiha tenê ne kurd, divê gelên din jî piştgiriya kampanyayê bikin. Heger statuya kurdî bê qebûlkirin, ê lazkî, kerezî, asûrî hwd. jî bibin xwedî statu."    Kesên dixwazin tevli kampanyaya îmzeyê bibin dikarin bi vê lînkê xwe bigihînin kampnayayê: