'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve' 2021-03-10 09:00:02 STENBOL - Çalakgerên ku li Yûnanîstanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, destnîşan kirin ku heger tecrîd bê şikandin dê mirovahî bi ser bikeve û pêşî li ber jiyana demokratîk vebe.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 104'an de ne. Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûrê di roja 83'yan de, li Yûnanîstanê jî di roja 66'an de ye. Çalakiyên greva birçîbûnê yên li Kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê bi pêşengiya TCŞ-Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tên kirin.    Çalakgerên greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku heger tecrîd bi dawî be dê pêşî li ber aştî, azadî û demokrasyê vebe.    TECRÎDKIRINA AŞTÎ Û AZADIYÊ    Berdevkê Koma Aştiyê ya Mexmûrê Nûrettîn Tûrgût ku di sala 2009'an de bi bangawaziya Ocalan hatibû Tirkiyeyê, destnîşan kir ku bi tecrîdê re tê xwestin ku gelê kurd û hemû muxalfeta çepgir, sosyalîst û demokrasîxwaz bên tecrîdkirin. Tûrgût, bilêv kir ku polîtîkayên tecrîdê Tirkiyeyê xistine nav krîzeke pir kûr. Tûrgût, bal kişand ser hewldanên Ocalan ên di warê çareseriyê de û destnîşan kir ku AKP heya niha gelek firsendên ji bo çareseriyê mehf kirine. Tûrgût, diyar kir ku kûrkirina tecrîdê binpêkirina daxwazên ji bo aştî, çareserî, azadî û demokrasiyê ne.    Tûrgût, anî ziman ku tecrîd tenê ne pirsgirêka Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ye û got: "Tecrîd, nahêle Tirkiye pêş bikeve û azadiyê asteng dike. Erdogan û Bahçelî tevî Ergenekonciyan tecrîdê kûr dikin. Ev girêdayî polîtîkayên înkar, îmha û asîmlasiyonê ne. Lewma şikandina tecrîdê, tê wateya xelaskirina gelê kurd û demokrasîxwazan a ji tecrîdê."    GER TECRÎD BÊ ŞIKANDIN...    Tûrgût, bibîr xist ku berê jî gelek çalakiyên greva birçîbûnê hatine lidarxistin. Tûrgût, bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê û destnîşan kir ku divê li gel kurdan şoreşger, demokrat, çepgir û sosyalîst jî awayên têkoşînê dewlemend bikin daxilî nav bibin. Tûrgût, bilêv kir ku şikandina tecrîdê dê bê wateya ku "hêzên faşîst qels bibin" û got: "Ev jî tê wateya ku dê her biçe tecrîda li ser gel kêm bibe. Peywira me jî ew e ku em vê bikin. Em jî bibiryar in, em ê heta dawiyê bidomînin."    TECRÎD, NEÇARESERÎ YE    Hayrî Amed jî destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirinê yên sed salî bi tecrîdê tên domandin û di şexsê Ocalan de hemû mirovahî tê tecrîdkirin. Amed, bilêv kir ku ji bo çalakiya girtiyan dorfireh bikin wan jî dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: "Ji bo siberojên me azadtir bibin û rêya diyalogê vebe, em di grevê de ne. Pêvajoya çareseriyê gelek tişt nîşanî me dan. Me dît gava polîtîkayên tecrîdê cardin ketin dewrê bê gelên Tirkiyeyê çi winda kirin. Lewma divê gelên Tirkiyeyê baş li ser vê bifikirin. Tecrîd, bêçareserî ye."    JI BO AZADIYÊ    Amed, bilêv kir ku heger tecrîd bi dawî bibe wê hêza Ocalan a ji bo çareseriyê bi awayekî pir eşkere bê dîtin û got: "Birêz Ocalan gotibû, 'Heger dewlet jî destê xwe têxe bin kevir, em amade ne û em ê di 24 saetan de vê meseleyê çareser bikin.' Bêçareseriya sed salî, bû sedema gelek komkujiyan. Lewma gava ku tecrîd bê şikandin ê mirovahî bi ser bikeve û pêşî li ber demokrasiyê vebe."   Amed, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê bi berxwedana xwe tecrîdê bişikînin û got: "Em wisa bawer dikin ku heger tecrîd bê şikandin ê civak azad bibe."