ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-10 09:00:00 * Berdevkê Platforma Biratiya Robaran Alî Dûrsûn, diyar kir ku li warê findiqan Gîresûnê ji ber HES'an robar ziwa bûne û got: "Ji bo ji zarokên me re ava vexwarinê bimîne, divê em pêşî li ber van HES'an bigirin. Em xwedî li jiyana xwe derkevin."  * Çalakgerên ku li Yûnanîstanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, destnîşan kirin ku heger tecrîd bê şikandin dê mirovahî bi ser bikeve û pêşî li ber jiyana demokratîk vebe.    * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, ji bo kampanayaya îmzeyan a ji bo zimanê kurdî bang kir û destnîşan kir ku heya niha bi ser 12 hezarî re îmze hatine komkirin.    * Dayika Aştiyê Dûrî Kaygûsûz a 61 salî ye, sal û nîveke di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê de ye. Malbata wê diyar kir ku Kaygûsûz nerihet e û xwest tavilê bê berdan.    * Ji ber ku Şaredariya Tetwanê ya AKP'î xizmetê nake, rêyên navçeyê ji kort û koncalan xalî nabin û her wiha perav jî tije çop in.    * Fethiye Çakmak diyar kir ku ew li nokteya leşkerî ya li Westanê du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû maye û vê sepana li girtîgehan tê înkarkirin li derve jî heye û ew ê derbarê berpirsiyaran de gilî bike.     Çalakiya rûniştinê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dê were şopandin. (09.00)   * Danişîna ewil a doza derbarê 61 kesên di bobelata keştiya li Gola Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn dê li Dadgeha Cezayê Giran a 7'emîn a Wanê were lidarxistin. (09.30)   * Komeleya Aştiyê ya 10 Ekîmê wê qûrbaniyên Komkujiya Garê ya li Enqereyê bibîr bîne. (09.30)   * Danişîna 9'emîn a doza bersûcên komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna ewil a doza derbarê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Perîxan Agaoglû ya girtî û Hevserokê HDP'a Mêrdînê yê berê Mûsa Kalkan ê girtî dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Mêrdînê were lidarxistin. (10.00)   * HDP di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de wê "Hevdîtinên Kar û Nan" li Mêrsînê pêk bîne. (10.00-18.00)   * Komeleya Elewiyan a Demokratîk wê 100'emîn salvegera Komkujiya Koçgirî bibîr bixe. (11.00)   * Koordînasyona Şopandina Xwecihî ya Enqereyê dê derbarê grevên birçîbûnê de li Navenda Giştî ya Enqereyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Malbata girtî Kemal Gomî yê li Girtîgeha Metrîsê bi êrişa girtiyek edlî re rûbirû ma wê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bide. (12.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo tacîza polîsan eşkere bikin tevî gelek saziyên jinan wê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.30)