Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye 2021-03-09 16:00:08   ENQERE - Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê rapora der barê civîna xwe de aşkerekir. Delegasyonê anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li ser hemû beşên civakê belav bûye û xwest Saziyên civaka navneteweyî û hikûmet, mudaxaleyî tecrîdkirina Ocalan bikin.   Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê, bi wesîleya 22'emîn salvegera girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, civîn pêk anî. Delegasyonê ji ber şewba vîrûsa Covid-19 li ser înternetê civîn li dar xist. Delegasyonê piştî civînê “Rapora Meha Sibata 2021'an a Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê" parve kir. Delegasyonê di raporê de xwest Tirkiye ji nûve pêvajoyek aştiyê bide destpêkirin û wiha got: "Di her lêkolînê de muxatabê me binpêkirina mafên mirovan ku zêde dibe, bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan ve girêdan. Pergala tecrîda li Îmraliyê tenê li hemû girtîgehan belav nebûye. Li ser hemû civakê belav bûye. Belavbûna pergala tecrîda li Îmraliyê tê wateya ku faşizm bûye sazî û Destûra Bingehîn êdî pêk nayê. Zagonên Tirkiyeyê nayên sepandin. Hiqûqa navneteweyî nayê sepandin. Biryarên Dadgehên Navneteweyî nayên sepandin. Li şûna wê bê cezabûn, zordarî dikeve meriyetê."    BÊDENGIYA CIVAKA NAVDEWLETÎ ŞIRÎKATIYA SÛC E    Delegazyonê di raporê de helwesta civaka navdewletî jî rexne kir û wiha berdewam  kir: "Bêdengiya civaka navdewletî tê wateya şirîkê suc. Di vê pêvajoyê de civaka navneteweyî bêdeng temaşe kir. Ev bêdengî şirîkatiya sûc e. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di gulana 2019'ağn de Girava Îmraliyê ziyaret kir. Di tebaxa 2020'an de rapor aşkere kir. Di raporê de xwest rayedarên Tirk bêyî dem derbas bibe revîzyonek bi rek û pêk, bikin. Lê Rayedarên Tirk guh nedan vê bangê. Terîd bêtir giran kirin. Li şuna gavan bavêje, tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din bêtir giran kir. Ji 27'ê Nîsana 2020'an heta niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. CPT di çileya 2021'an de Tirkiye ziyaret kir. Lê israr nekir ku Girtîgeha Girava Îmraliyê ziyaret bike. Dîsa tavsiyeyên ku berê kiribûn neşopand."       DIVÊ MUDAALE BIKIN     Delegasyonê di berdewama raporê de ev pêşniyar û daxwaz kirin:    * Ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, girînge ku zextan li dijî Tirkiyeyê berdewa bikin. Mekanîzmayên Mafên Mirovan ên Navdewletî bi Taybetî Konseya Ewropa divê li Tirkiyeyê zextan bike. Divê CPT, di mijara doza Îmraliyê de hunera lêpirînê heta dawî bidomîne.    * Civakên navneteweyî, sazî û hikûmet, divê destûr nedin ku tecrîda li ser Ocalan têmeşandin li hemû civaka Tirkiyeyê belav bibe û mudaxaleyî pergala tecrîdê bikin.    * Rêxistinên Civakî ji bo di serî de Rêxistina Efûya Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, bi lez li dijî tecrîdkirina Ocalan û li dijî rewşa Tirkiyeyê ya giştî têkevin nava tevgerê, divê zextê li van saziyan bikin.    * Divê piştevanî û şêwirîna di nava sendîkayan de di qata navneteweyî de bê kirin.    * Rêxistinên civakî yên cîhanê divê bi rêxistinên azadiya Kurd ên li Tirkiyeyê û komên muxalif re tora piştevaniyê xurt bikin. Divê piştevaniya bi tevgera jinên Kurd re pêş bixe.   * Divê rêxistinên jinan ên navneteweyî û Konseya Ewropa zorê li Tirkiye bike ku dawî li tundiya li ser jinan bine. Divê zextên li ser Tirkiyeyê zêde bike.    * Di vê mijarê de divê hemû gelên cîhanê bên teşwîkkirin. Divê nivîskar, rewşenbir û hilbijêr zextan li hikûmeta Tirkiyeyê bike ku gavan bavêje.    * Divê gelek heyet û rêxistinên din bêtir Tirkiye û Kurdistanê ziyaret bikin. Di nava van heyetan de divê siyasetmedar, akademisyen û peşengên civakê jî hebin.    DELEGASYONA AŞTIYÊ YA ÎMRALIYÊ    Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ji 10 endamên ku di navde parêzer, akademîsyen, siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan ên welatên Îzlanda, Hindistan, Îtalya, DYA û Kraliya Yekbûyî jî heye pêk tên.