Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema 2021-03-09 14:35:50   RIHA - Emîne Şenyaşar a li navçeya Pirsûsê di êrişa xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî de hevjîn û 2 lawên xwe winda kir, careke din bi daxwaza edaletê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.   Emîne Şenyaşar a di 24’ê Hezîrana 2018’an de di pêvajoya hilbijartina giştî de li Pirsûsê di êrişa xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê Parlamenterê AKP'ê de hevjîn û 2 lawên xwe winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re careke din bi daxwaza edaletê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Hat diyarkirin ku daxwaza hêvdîtinê ya malbata Şenyaşar a têkildarî dosyayê, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Rihayê ve hatiye redkirin.   ‘ÊDÎ SEBRA ME NEMA’   Ferît Şenyaşar di çalakiya li pêş edliyeyê de axivî û bang li Serokkomar, Wezaretê Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê kir. Şenyaşar bi bîr xist ku ferdên malbata wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi hovane hatin qetilkirin û anî ziman ku tu kesê ji bûyerên nexweşxaneyê berpirsyar nehatine girtin. Şenyaşar da zanîn ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê meheke dest bi peywîrê kiriye û daxwaza hevdîtinê ya wan û parêzerên wan hat redkirin û wiha got: “Li pêş çavê dayika min bav û birayên min qetilkirin. Dîsa Waliyê Rihayê şahidê vê komkujiyê ye. Walî ji me re got ‘her tişt dema demê wê tê derdikeve holê’. Êdî sebrê me nema. Kesên komkujî pêkanîn serbest digerin. Kes nikare garantiya ku dê sibê du sibe me jî nakujin bide. Heta ku derbarê kesên di komkujiyê de cih girtine kirarî neyê kirin û dozgerî di hevdîtinê de bersiveke îqnakirinê nede em ê li pêş edliyeyê bisekinin.” Şenyaşar herî dawî bang kir ku her kesê xwedî wijdan xwedî li doza wan derkeve.   ‘QEYD ÇIMA NAYÊN DERXISTIN’   Emîne Şenyaşar jî anî ziman ku hevjîn û lawên wê li pêş çavên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin û wiha axivî: “Ez dixwazim lawê min yê hatiye girtin bê berdan. Çima vê zilmê li me dikin? Li nexweşxaneyê zarokên min qetilkirin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxînin. Em diçin cem dozger lê daxwaza me ya hevdîtinê qebûl nake. Ez jî dê li pêş edliyeyê rûnim. Heta ku lawê min neyê berdan ez ê ji pêş edliyeyê necim tu deran. Malbata min qetilkirin lawekî min jî avêtin girtîgehê. Her tişt li pêş çavan kirin. Çima qeydan dernaxînin?”   CARA 3’YEMÎN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ   Malbata Şenyaşaran di 12’ê îlona 2019’an de jî bi heman daxwazê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û piştî ku dozger re hevdîtin kirin di heman rojê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Di 16’ê kanûna 2020’an de jî Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar, bi daxwaza hevdîtinê çûbûn avahiya AKP’ê ya Rihayê lê li pêş avahiyê hatibûn binçavkirin. Piştî ku rojekê di binçavan de man Şenyaşar û lawê xwe bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lêpirsîna derbarê malbatê de hatibû destpêkirin pişt re bi biryara neşopandinê bi encam bûbû.