Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin 2021-03-09 12:57:29   STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, êrişa li dijî rojnameger Levent Gultekîn şermezar kir û bang li desthilatê kir ku terka gotinên xwe yên kînê û polîtîkayên xwe yên neyartiyê bike.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, êrişa li dijî rojnameger û nivîskar Levent Gultekîn bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de êrişen beriya niha ku li dijî rojnamegeran pêk hatibûn bi bîr xist û bang li desthilatê kir ku terka gotinên xwe yên kînê û polîtîkayên xwe yên neyartiyê bike.