Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin 2021-03-09 12:41:09   ŞIRNEX – Li Deriyê Sînor ê Xabûrê, polisan bi hinceta ku “çaya qaçax” aniye destê welatiyekî kelemçe kirin û piştre jî wî derp kirin.    Li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê, polisên sivîl bi hinceta ku “çaya qaçax” derbas kiriye destê welatiyekî kelemçe kirin û piştre jî wî derp kirin. Hat hînbûn bûyera ku ajokarên TIR’an bi telefonê xwe qeyd kirine di 7’ê adarê de pêk hatiye.    Li gorî agahiyên ku  hatin bidestxistin, polisên gumrikê çaya qaçax û amûrên mitbexê ku welatiyan ji Herêma Kurdistanê anîne desteser kirine. Polisan welatiyê ku nexwestine amûrên bi xwe bidin destpêkê destê wî kelemçe kirine û piştre jî wî li erdê dirêj kirine û bi pêhînan derp kirine.   Polisan piştî derpkirinê welatî binçav kirin.