Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê 2021-03-09 09:30:18   AMED - Li navenda kargeriyeke Navçeya Rezan a Amedê ku ji 64 daîreyan pêk tê, tenê di 75 rojan de 350 kîlo nan avêtin çopê.    Li kargehek (PLAZA) navçeya Rezan a Amedê ku ji 64 daîreyan pêk tê, tenê di nava 75 rojan (du meh û nîv) de nêzî hezar nanî (350 kîlo nan) avêtin çopê. Li Amedê ku nanek 400 gram e û bi 2.5 tl tê firotin. Bi hezaran welatî di sînorê birçîbûnê de dijîn û nikarin êvaran nanekî bibin mala xwe. Kargeriya ku di 2-3 mehan de bi buhayê 2 hezar û 187 tl nan davêjin çopê, dikarin her meh 100 malbatî xwedî bikin.    Wêne: Fahrettîn Kiliç