Jinan ji qadan bang kirin: Em ê bi tekoşînê azad bibin 2021-03-08 15:31:38 NAVENDA NÛÇEYAN -  Jin, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li gelek navendan daketin qadan û li qadan bang kirin. Jinan banga têkoşînê kirin û gotin: “Têkoşîna me bi Rosa û Sarayan dest pê kir. Em ê bi têkoşînê azadiyê bînin."    Bi hezaran jin li Mêrdîn, Riha, Hatay, Osmaniye, Semsûr û Çewlîgê bi coşek mezin daketin qadan û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.    ÇEWLÎG   Rêxistina HDP'ê ya Çewlîgê, li avahiya xwe şahiyek li dar xist û piştre li nava bajar qurnefil li jinan belav kir û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya partiya xwe şahiyek li dar xist. Jinan di şahiyê de bê navber dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin. Di şahiyê de endama Meclîsa Jinan Îlknur Bîrol, diyar kir ku HDP partiya jinan e û azadî û heviya azadiyê pêş dixe. Jinan piştî şahiyê li navenda bajar li jinan qurnefil belav kirin.    HATAY,    Platforma Jinan a Samandagê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Qada Abdullah Comert daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Selver Buyukkeleş, anî ziman ku gelek destkeftiyên jinan bi deste qeyûm tê xezpkirin û wiha got: "Gelek komele û saziyên jinan bi destê qeyum dikin qahwexane. Eger neheqî û bê hiqûqî hebe jinên li dijî vê yekê têdikoşin hene. Em jinên Samandagî tu carî dest ji mafê xwe bernadin. Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin. Bijî piştevaniya jinê."    OSMANIYE   Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê û TJA jî bi hevre bi heman armancê li avahiya Navçeya Navendî ya HDP'ê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de gelek jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî amade bûn û govend gerandin.      RIHA    Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Rihayê û TJA'yê li Rihayê jî bi heman armancê şahiyek li dar xistin. Jinan li Salonek Dawetê ya Navçeya Haliliyê şahî li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Jinan li salonê pankartên "Ji bo aştiyek bi rûmet tu jî rabe ser piyan", "Gulistan Doku li ku ye?, "Jin teminata jiyana azad e" û "Cînayetên Jinan polîtîk in" vekirin. Jinan cilên neteweyî li xwe kirin û bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadi" berz kirin. Piştre nameyên ku jinan ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin.    HERÎ ZÊDE DI DEMA AKP'Ê DE JIN HATIN KUŞTIN   Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu anî ziman ku jina Kurd bi salan e têdikoşe û wiha got: "Jinên Kurd li gel hemû zext û tundiyê serî natewîne. Li her qadê jin ten kuştin. Em ê li dijî van hemû êrîşan tekoşîna xwe mezin bikin. "Herî zêde di serdema AKP'ê de jin hatin qetilkirin. AKP'ê êrîşî pergala Hevserokatiyê kir. Ji ber ku ditirsin jin bibin hêz."    Şahiya jinan bi muzîk û govendê bi dawî bû.    Platforma Jinan a Demokratîk jî bi heman armancê li Şaxa Egîtim Sen'ê daxuyanî da û 8'ê Adarê pîroz kir.    SEMSÛR    Platforma Jinan a Amedê jî li avahiya KESK'ê daxuyanî da çpaemeniyê. Li ser navê platformê Eylem Yildirim, daxuyanî da û anî ziman ku ji ber polîtîkayên bê cezakirinê tundî zêde bûye.    MÊRDÎN   TJA, Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê û Platforma Jinan a Şahmaranê jî bi heman armancê 8'ê Adare pîroz kirin. Jin li pêş avahiya HDP'ê ya Mêrdînê kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan di şahiyê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî 8'ê Adarê", "Tekoşina azadîya jinê darizandin" berz kirin û dowîzên "TJA nayê bêdeng kirin", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", "Jin Jiyan Azadi" vekirin. Jinan li ber erbaneyan govend gerandin.  Di şahiyê de Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, anî ziman ku 8'ê Adarê roja têkoşîna jinên cîhanê ye û wiha got: "Em li dijî tundî û cînayeta jinan têdikoşin. Em ê her roj wekî 8'ê Adarê têbikoşin. Jin cîhan e, jin welat e, jin xwe zanîn e. Jin li ser vê axê stran e."    Bernameya jinan bi tilîlî û govendê bi dawî bû.