Li gel qedexeya reklamê jî afişê Erdogan bi Sûran ve kirin 2021-03-08 13:59:57   AMED - AKP’ê, li gel qedexeya reklamê jî, afîşa ku li ser bi kurdî “Em ji Erdogan hez dikin” nivîsandî bi Sûrên Amedê ve daliqand.   Piştî ku li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê li panoyên reklaman “Stop Erdogan” hat nivîsîn. Şaredariyên AKP’ê jî li panoyan “Love Erdogan” dan nivîsandin. Duh bi şev Serokatiya Rêxistina AKP'ê ya Amedê, bi Birca Keçikê ya li ser sûrên dîrokê yên di Lîsteya Mîrate ya Çandê ya ÛNESCO’yê de ne ve bi kurdî afîşa li ser “Em ji Erdogan hez dikin” nivîsandî daliqand.   QEDEXEYA REKLAMÊ   Hat diyarkirin ku destûra daleqandina pankartan a li gel qedexeyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye. Polîsên tîmên taybet di qedexeyên derketina kolanan a di sala 2015’an de li Birca Keçikê daşira seyar ava kiribûn.