Dozger xwest kujerê Şîrîn Tosûn heta hetayê were cezakirin 2021-03-08 13:24:47   SAKARYA - Dozger biryara derbarê Zafer Aşik ê kujerê Şîrîn Tosûn ku bi kurdî axivîbû da û xwest heta hetayê were cezakirin.    Li navçeya Karasû ya Sakaryayê di 21’ê tebaxa 2019’an de karkerê demsalî Şîrîn Tosûn dolmîşek bi plakaya Amedê dibîne û destê xwe ji rêwiyan re dihejîne û bi kurdî silavê dide wan. Kesê bi navê Zafer Aşik bi sîlehê êrişî Şîrîn Tosûn Û Mahsûn Zeren kiribû. Tosûn hatibû kuştin. Dozger biryara derbarê kujer Zafer Aşik ji sûcê “kuştina bi qestî” û “hewldana kuştinê” li Dadgeha Sakaryayê tê darizandin da û xwest kujer bi cezayê heta hetayê were cezakirin. Her wiha dozger xwest ji bersûcan Erkan Mutîoglû jî were cezakirin.    Danişîna biryarê ya dozê wê di 16’ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Sakaryayê were lidarxistin.