Papa derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû 2021-03-07 10:06:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê ruhanî yê Xiristiyanên Katolîk Papa Francis, derbasî Herêma Kurdistanê bû. Papa li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.   Rêberê ruhanî yê Xiristiyanên Katolîk Papa Francis, piştî serdana xwe ya li Iraqê, îro serê sibê derbasî Herêma Kurdistanê bû. Papa yê gehişt Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat pêşwazîkirin.    Papa di ketina balafirgehê de, bi qesîdeyên olî yên bi zimanên Kurdî û Suryanî hat pêşwazîkirin. Piştî Papa ket salona VÎP’ê, vê carê jî ji aliyê zarokên di destên wan de şaxên zeytûn û xurmeyan hebûn, hat pêşwazîkirin.    Li bendêye ku Papa bi rêveberên herêmê re, hin hevdîtinan bike.