Girtîgeh ji bo çûna nexweşxaneyê şert danî ber girtiyan: Dest ji grevê berdin 2021-03-07 09:04:36 MÊRDÎN - Rêvebiriya Girtîgeha Bandirma a Jimare 1 a Tîpa T'yê, ji bo çûna nexweşxaneyê û ji bo hevdîtinê şert daniye ber girtiyan. Şertê rêvebiriya girtîgehê jî destjêberdana greva birçîbûnê ye.    Hakki Tûrgay ku di Girtîgeha Bandirmayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Tûrgay, bilêv kir ku nikarin biçin nxweşxaneyê û derkevin hewadariyê. Tûrgay, ragihand ku ji bo karibin biçin nexweşxaneyê û derkevin hewariyê û hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin girtîgehê şert daniye ber wan û şertê wê jî destjêberdana greva birçîbûnê ye.    Tûrgay got: "Hevalên me yên nexweş hene. Nayên sewqkirin. Bi awayekî kêfî mafê me yê hewadariyê jî binpê dikin. Me daxwazname da girtîgehê, lê daxwazên me red kirin. Îdare dibêje, 'heya hûn dest ji çalakiya grevê bernedin, hûn ê nikaribin hevdîtinê pêk bînin.'"    Bavê Tûrgay Arîf Tûrgay jî destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got: "Bi salan e tahdeyê li zarokên me dikin. Jixwe ji malbata xwe dûr in. Bi vî awayî hem zilmê li girtiyan dikin hem jî li malbatên wan. Em van zextan qebûl nakin. Em li cem zarokên xwe ne. Daxwazên wan daxwazên me ne. Wezareta Dadê, hikûmet û rêvebiriya girtîgehê divê guh li daxwazên girtiyan bike."