Ji bo betalkirina rêziknameya derbarê hikûmxwaran de serî li Şûraya Dewletê da 2021-03-07 09:01:59 AMED - OHD'ê ji bo betalkirina Rêziknameya Derbarê Nirxandina Navendên Çavdêrî û Senifandinê û Hikumxwaran serî li Şûraya Dewletê da. OHD'ê di serlêdana xwe de destnîşan kir ku rêziknameya navbirî dijî qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî ye.    "Rêziknameya Derbarê Nirxandina Navendên Çavdêrî û Senifandinê û Hikumxwaran" di 29'ê Kanûna 2020'an de di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin û di 1'ê Çileyê de ketibû meriyetê. Parêzvanên mafên mirovan, partiyên siyasî û girtiyan nerazîbûna xwe nîşan dabû. Ji ber vê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) serî li Şûraya Dewletê da. Li ser navê komeleyê Hevserokê Giştî yê OHD'ê Parêzer Bunyamîn Şeker serî li Şûraya Dewletê da. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku rêziknameya navbirî li dijî qanûna bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û peymanên navneteweyî ye. Komeleyê xwest rêzikname bê rawestandin û betalkirin.    Bi vê rêziknameyê re yê mafên hikumxwaran û azadiyên wan hîn bêtir bên binpêkirin û wê îdareyên girtîgehan karibin wekî dadgehan tevbigerin û wê karibin hikumxwaran ceza bikin û înfazên wan bişewitînin.