Dozgeriyê demê binçavkirina HDP’iyan dirêj kir 2021-03-05 16:25:43   MÊRSÎN - Di 2’yê Adarê de li Mêrsînê endam û rêveberên HDP’ê jî di nav de 8 kes hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê dema binçavkirina 8 kesan dirêj kir.   Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi rê ve dibe de polîsan di 2’yê Adarê de di saetên şevê de bi ser hin malan de girtibûn û Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Zelal Onen û Mûstafa Işik, Hevserokên HDP’ê yên navçeya Toroslarê Munîre Guzel û Cabbar Karabey, endamên partiyê Zozan Îlgen, Rafiye Erkûl, Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat (GÎŞ-DER) Abdulselam Kûtlû û aktivîsta TJA’yê Berîtan Onen jî di nav de 8 kes binçav kiribûn. Dozgeriyê dema binçavkirina 8 kesan dirêj kir.    Dozgeriyê, bi hinceta îfade dayîna kesên di bin çavan de neqediyeye li Dadgeha Ceza ya Sulh a Mêrsînê xwest ku dema binçavkirina 8 kesan bê dirêjkirin. 8 kes anîn Edliyeya Mêrsînê û piştî biryara dema dirêjkirina binçavkirinê 8 kesan careke din birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê. Derbarê sedema binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin.