Li Botanê jinan lezdan xebatên 8'ê Adarê 2021-03-05 15:08:14 ŞIRNEX- Di çarçoveya 8'ê Adarê de  jinan li navçeyên Şirnexê lez dan xebatên xwe.  Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), îsal bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîtê  azadî" dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re jinan li Şirnexê lez dan xebatên xwe û li navçeyên Qilêban û Sîlopiyê bernameyên 8'ê Adarê li dar xistin.    Li navçeya Qilebanê, jinan serdana goristana Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel ku dema qedexeyên derketina derve hatibû qetilkirin, kirin. Li vir li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî û diyar kir ku ew bi têkoşîna Asyayan serfiraz in û got ku ew ê heta dawiyê li pey şopa jinên têkoşer bimeşin. Pişt re jinan serdana malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskiyê kirin.    Her wiha jinan bi kincên xwe yên herêmî li navçeya Sîlopiyayê jî li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê şahiya 8'ê Adarê li dar xistin. Şahî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.