Li gorî rapora Freedom House’yê Tirkiye li paş maye 2021-03-05 14:31:22 STENBOL -  Li gorî rapora Freedom House’yê, Tirkiye di rêza “azadiyê” de di nav 195 welatan de di rêza 146’emîn de cih girt û gelek li paş ma. Mala Azadiyê (Freedom House) ku navenda wê li Amerîkayê ye û di mijarên demokrasi, azadî û mafê mirovan de lêkolînan dike, rapora xwe ya sala 2020’an weşand. Di raporê de Tirkiye, di nav welatên “ne azad” de cih digire. Di ser 100 poxanî de Tirkiye 32 poxan girt û di nav 195 welatan de ket rêza 146’emîn. Piştî welatê Afrîjayê Malî, Tirkiye ew welat e ku di azadiyan de herî zêde bi paş ve çûye.     Di raporê de qala zextên ku li Tirkiyeyê pêk tên jî tê kirin û tê destnîşankirin ku îşkence û memeleya xerab li siyasetmedarên muxalîf tê kirin û sûcdariyên “teröre” li kurdan tên kirin. Di raporê de astengkirin û girtinên malper û rojnameyan û tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê jî tên bibîrxistin.