3 girtî bi îşkenceyê sewqî Îzmîrê kirin 2021-03-05 13:48:16   ENQERE - Buroya Hiqûqê ya Gelan, diyar kir ku ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Îzmîrê hatin kirin û got: “Divê, polîtîkayên sirgûnkirinê demildest bi dawî bibin.”    Buroya Hiqûqê ya Gelan (HHB), ragihand ku Denîz Şah, Latîf Mollaahmetoglû û Îlhan Kaya yên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê diman, di 2’yê Adara 2021’an  de, bi îşkenceyê sirgûnê Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Îzmîrê hatin kirin.     HHB’ê li ser hesabê xwe yê medya civakî, têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku wan derbarê rewşa girtiyan de malbatên wan agahdar kirin.    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji 3 girtiyan Latîf Mollaahmetoglû, di 3’yê Adarê de, ji ber ku mafê xwe yê hevdîtina telefonê bi kar nayîne, malbat wî li girtîgehê digere. Malbat bi vî awayî hîn dibe ku kurê wan hatiye sewqkirin. Di meha Çileyê de jî, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, heman girtî ji aliyê gardiyenan de tên îşkencekirin. Girtî û malbatan darbarê îşkenceya raydarên girtîgehê de gilî kirin, lê ji bo giliyan biryara ne şopandinê hat dayîn. Dûre girtî sirgûn kirin. Girtî Latîf Mollaahmetoglû bi vê sirgûnkirinê re bû cara 4’emîn tê sirgûnkirin.”   ‘DIVÊ SIRGÛN BI DAWÎ BEBE’   Di dawiya daxuyaniyê de, ev nirxandin hat kirin: “Di pêvajoya pandemiyê de, tu daxwazên girtiyan ên sewqîkirinê nehatin qebûlkirin. Lê her tim girtî bêyî xesteka xwe hatin sewqkirin. Tenduristiya girtiyan ne di xema rayedarên girtîgehan dene. Êdî sirgûnkirina girtiyan bûye amûra îşkenceyê. Ji bo ku girtiyên siyasî û malbatên wan têk bibin, van zextan dikin. Divê polîtîkayên sirgûnkirinê tavilê bi dawî bibin.”