Gergerlîoglû serî li AYM’yê da 2021-03-05 11:35:37 ENQERE - Parêzerê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû li dijî biryara cezayê girtîgehê ya derbarê wî de ku Dadgeha Bilind pejirandi bû, serî li AYM’yê da.   Parêzerê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêpirsînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû, Kerem Altiparmak li dijî biryara cezayê girtîgehê ya derbarê Gergerlîoglû de ku Dadgeha Bilind pejirandi bû, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.   AZADIYA ÎFADEYÊ   Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku parvekirina Gergerlîoglû ya li ser hesaba xwe ya twîtterê de parvekiriye, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd weke bangekê ye û di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Gergerlîoglû derbare meseleyeke siyasî ku hemû rayagiştî ya Tirkiyeyê eleqedar dike de fikir û nêrînên xwe daxuyandine û daxwaza xwe ya aştiyê dûbare kiriye. Ev yek jî bikaranîna mafê azadiya îfadeyê ye.” Di daxwaznameyê de qala biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û AYM’yê hat kirin.   Di dawiya daxwaznameyê de jî cih da van gotinan: “Gergerlîoglû weke parlementerek û parazvanê mafê mirovan, ji ber binpêkirinên mafên mirovan, îşkence, lêgerîna tazî, rêvandina mirovan aniye ziman bûye hedefa desthilatê. Pejirandina cezayê derbarê Gergerlîoglû de bi awayekî vekirî diyare ku siyasî ye. Ji ber vê yekê mafên birêvebirina xebatên siyasî yên Gergerlîoglû girêdayî xalên 14, 26 û 67 yên destûra bingehîn hatine îhlalkirin.”