Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn 2021-03-04 14:14:25   RIHA - Maşîneya Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karageçîlî tê de bû, qeza kir. Di qezayê de 4 jinên siyasetmedar birîndar bûn.    Jinên siyasetmedar ên di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, ji Rihayê ber bi navçeya Serêkaniyê ve diçûn, 20 kîlometre ji navçeyê re mabûn, qeza kirin. Maşîneya ku Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Çîgdem Karageçîlî, Hevseroka Navçeya Halîliyeyê Hatîce Goktepe, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Sema Aîşeoglû û jineke din a siyasetmedar tê de bûn, li Beyaz Kûleyê ji rê derket û qûlibî. Di qezayê de 4 jinên siyasetmedar birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Di stûyê Aîşeoglû de şikestin hat tespîtkirin û hat diyarkirin ku rewşa her sê jinên din baş e.