Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî 2021-03-04 09:01:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Weşanxaneya Darayê derbarê Melayê Cizîrî û hunera wî de bi navê "Cizîrînasî" pirtûkek çap kir. Di pirtûkê de 12 gotar û guftûgo hene. Ji van guftûgo û gotaran yek jê bi zaravayê soranî, yek jê bi zaravayê kirmanckî û yên mayî jî bi zaravayê kurmancî ne.  Weşanxaneya Darayê bi edîtoriya M. Zahir Ertekîn, derbarê Melayê Cizîrî û huner û wêjeya wî de bi navê "Cizîrînasî" pirtûkek çap kir. Pirtûk ji 5 beşan û 12 gotar û guftûgoyan pêk tê. Ji van guftûgo û gotaran yek jê bi zaravayê soranî û yek jê bi zaravayê kirmanckî û yên mayî jî bi zaravayê kurmancî ne. Naveroka pirtûkê bi temamî li ser "Cizîrînasî"yê ye û armanc, bi nêrînên cuda lêhûrbûna li ser wêjeyê û dîwanê ye.    Van kesan di pirtûka navbirî de nivîsîne: "Tehsîn Îbrahîm Doskî, Yadîgar Resûl Hemedemîn, Hayrettîn Kizil, M. Zahir Ertekîn, Ayhan Yildiz, Nurettîn Ertekîn, Samî Çeliktaş, Ahmet Kirkan, Nesîm Sonmez, Şerîf Guzel, Mûhammet Îkbal Denîz, Muslîh Sezer, Gulîstan Çoban Emînoglû, Nevzat Emînoglû, Veysî Încî."