Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin 2021-03-03 17:21:39   AMED - Eskeran bi kuçikan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê Beşîr Dogan de girt.   Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna bi rêve dibe de derbarê 19 endam û rêveberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) bi idiaya “endamtiya rêxistinê” biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya vê lêpirsînê de îro jî operasyona duyemîn li dijî endam û rêveberên komeleyê hat lidarxistin. Piştî ku di 27’ê Sibatê de hevserok, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê di nav de 14 kes hatin binçvakirin, di operasyona duyemîn a îro de jî 16 kes hatin binçavkirin.    SERDEGIRTINA BI KÛÇIKAN   Eskeran di saetên serê sibê de bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê Beşîr Dogan a li Gundê Asiyê ya navçeya Rezana Amedê de girt. Hat zanîn ku eskeran bi 10 erebeyên zirxî mal dorpêçkirin û bi kûçikan li malê 2 saetan lêgerîn pêk anîn. Ji ber ku Dogan ne li mala xwe bû eskeran heqaret li ferdên malê kir û pişt re li derdora malê jî bi kuçikan lêgerîn kirin.