Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir 2021-03-03 16:21:52 AMED - Dozgeriyê binçavkirina rêveberên MEBYA-DER’ê 4 rojên din dirêj kir.    Polîsan di 27'ê Sibatê de bi ser komeleya MEBYA-DER û gelek malbatan de girtibû. Polîsan di serdegirtina komeleyê û malbatan de 14 kes binçav kiribûn. Ji 14 kesên hatin binçavkirin rêveberên MEBYA-DER'ê Hatun Aslan (71) û Meryem Soylu (79) û rêvebera HDP'ê Fetullah Işik sewqî Edliyeya Amedê kirin. Dosger bi daxwaza girtinê 3 kes sewqî Dadgehê kir. Dadgehê jî Aslan û Soylu girtin û şandin girtîgehê. Işik  jî serbest berda.    DOZGER BINÇAVKIRINA 11 KESAN 4 ROJÊN DIN DIRÊJ KIR   Dozger binçavkirina 11 kesên ku hêj li Midûriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de ne; 4 rojên din dirêj kir. Hevserokên MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag û Yuksel Almas, endam û rêveberên komeleyê Zekî Dag û Ayşe Çelikbilek, Rêvebera DBP'ê ya Amedê Hatice Guneş, Rêveberê DBP'ê Tahir Gul, Hevseroka HDP'a Peyasê Hanım Altindag, Rêvebarê HDP'a Sûrê Murat Uzgun, Rêvebrê HDP'a Amedê Hafiz Işik, Rêveberê MEYA-DER'ê Muzaffer Ulaş jî di navde 11 kes hêj di bin çavan de tên girtin.    Di heman çarçoveyê de polîsan îro jî bi ser gelek malan de girt û endam û rêveberên MEBYA-DER'ê ji di nav de 16 kes binçav kirin.