10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê 2021-03-03 14:32:01 ENQERE - Bi daxwaza rakirina destnedayînê, derbarê 6 parlementerên HDP’ê de 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê.    Bi daxwaza rakirina destnedayînê, 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê. Ji 10 fezlekeyan, 6 jê derbarê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne. Parlementerên HDP’ê yên derbarê wan de fezleke hatin amadekirin ev in: Fatma Kûrtûlan, Feleknas Ûca (3), Îmam Taşçier û Mûrat Çepnî.    Fezlekeyek derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de, yek derbarê Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû de, yek derbarê Parlementerê MHP’ê yê Hatayê Lutfu Kaşikçi de û yek jî derbarê Parlementerê AKP’ê yê Mûglayê Mehmet Yavûz Demîr de hat amadekirin.