Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê 2021-03-03 14:28:43 AMED - Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê bi armanca xwedî li greva birçîbûnê derkeve çalakiya rûniştinê li dar xist.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Amedê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya girtiyan bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, xwest li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê bide. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê, Dayikên Aştiyê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan girseyê dorpêç kir û bi hêceta daxuyanî têkildarî tecrîdê ye destûr nedan.    Girseyê bi lîlandin û çepikan astengiya polîsan protesto kir û kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û pişt re belav bûn.