Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin 2021-03-03 13:48:22   AMED - Di doza rojnameger Nûrcan Yalçin a ji ber endamtiya Komeleya Jinan a Rosa tê darizandin de, dozger ji bo amadekirina mutalayê dem xwest.   3’yemîn danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçin a di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” lê hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.     Yalçin beşdarî dozê nebû. Parêzerê wê Resûl Temûr di danişînê de bû. Dozger ji bo ku mutalaya xwe ya derbarê Yalçin de amade bike, ji dadgehê dem xwest. Parêzer Resûl Temûr jî, diyar kir ku daxwaza wan a vekolînê bê berfirehkirin heye û ez îfadeyên şahide veşartî yên derbarê muwekîla xwe de qebûl nakim. Temûr, da zanîn muwekîla wê şahidên veşartî nas nake.   JI BO MUTALAYÊ DEM   Şandeya dadgehê, daxwaza parêzer red kir, ji bo dozger mutala xwe ya amade bike, dem da û danişîn taloqî 9’ê Hezîranê kir.