Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin 2021-03-03 13:39:14   STENBOL - Danişîna doza  ku ji ber parvekirinên wî yên medya civakî li Ferhat Tûnç de hatibû vekirin, hat dîtin.   Derbarê hunermend Ferhat Tûnç de ji ber parvekirinên wî yên medya civakî bi ideaya “Heqareta li Serokkomar” û “tehrîkkirina gel a dijminatiyê” doz hatibû vekirin. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê Tûnç Firat Mehmetoglû amade bû.    Di danişina ku bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir de parêzer Mehmetoglû xwest ku kêmasiyên dosyayê bên derbaskirin. Pişt re şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, biryara girtina Ferhat Tûnç da rawestandin û danişîn taloqî 22’yê tebaxê kir.