Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye 2021-03-03 12:39:45   ENQERE - Serokê Akademiya Mafê Mirovan Husnu Ondul, diyar kir ku “Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan” dişibe planên salên 2009 û 2004’an ên hatin aşkere kirin û got: “Soz û belgeyên stratejîk, dikin planên çalakiyê û dûbare dikin. Lê tu carî gavên şênber nayin avêtin.     Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, duh “Plana xwe ya Çalakiyê ya Mafê Mirovan” aşker kir. Di plan ku ji 28 rûpelan pê tê de, qala 9 armanc û 11 pêvanan çalakiyê tê kirin. Di planê de, sozên weke  “azdiya raman”, “daraz”, “girtîgeh” û “lêgerîn” hebûn.    Serokê Akademiya Mafê Mirovan a girêdayî Komeleya Mafê Mirovan (IHD) Husnû Ondul, “Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan” a AKP’ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxnad.   Ondul, ê metna planê lêkolîn kir, wiha axivî: “Armanc û pîvanên di planê de cih digirin, ji sala 2005’an ve di asta muzakereya bi Yekitiya Ewropa (YE)re de ne. Lê Tirkiyeyê ev armac û pîvan bi tu awayî bi cih en anîne. Divê Tirkiye 35 xalên di asta muzakereya bi Yekitiya Ewropayê re, bi cih bîne. Di nava van 35 xalan de, ‘edalet’, ‘serbixwetiya darazê’ û ‘mafên bingehîn’ hene. Di dema AKP’ê de, hem di sala 2009’an û hem jî di sala 2014’an de, belgeyên stratejiya reforma darazê yên di xalên ji bo welatên Yekitiya Ewropayê de, cih digirtin hatibûn aşkerekirin. Niha jî bi Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan van xalan dubare dikin.    BAWERÎ NEMAYE    Ondul, da zanîn ku peyv, hevok û navên hemû reformên tên aşkerekirin, nayin guhertin û wiha got: “Hemûyan dikin soz, belgeyên stratejîk, planên çalakiyê û dubare dikin. Lê tu carî gavên şênber nayin avêtin. Daraza serbixwe û ne alîgir, bi sazî nakin û bi cih nayînin. Dîsa azadiya ramanê û azadiya civakî nas nakin. Mirov ji ber fikir û ramanên xwe tên girtin. Êdî bawerî nemaye. Pirsgirêka baweriyê heye.”   MA / Bêrîvan Altan