Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene 2021-03-03 11:21:02 ENQERE – Di fezlekeyên ku derbarê parlamenterên HDP’ê de hatine amadekirin dem sûcdariyên 10 sal berê hene. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, fezlekeyan weke “Vekirina dozên nû yên Googleyê” nirxand.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de fezlekeyên Kobanê ku derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin, pêşkêşî Komîsyona Tevlîhev a ji endamên Komîsyna Edalet û Destûra Bingehîn pêk tê, hat kirin. Di fezlekeyan de parlamenter ji bûyerên dema çalakiyên Kobanê berpirsyar tên girtin û ji daxuyanî, parvekirin, çalakiyên partiya xwe yên berî û piştî sala 2014’an de tên sûcdarkirin.    Di fezlekeyan de gelek şaşiyên teknîkî hene. Mînak di fezlekeya derbarê Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay de hatiye amadekirin de dî rûpela yekemîn a fezlekeyê li şûna navê Kemalbay navê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan hatiye nivîsandin.    ‘DOZÊN NÛ YÊN GOOGLEYÊ’   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku derbarê wê de jî bi gelek sûcdariyan fezleke hatine amadekirin, têkildarî fezlekeyên derbarê wan de axivî û diyar kir ku bi fezlekeyan tê xwestin ku HDP ji siyaseta demokratîk bê dûrxistin. Beştaş, da zanîn ku bi fezlekeyan zexta darazê li ser wan tê çêkirin û wiha got: “Me di salên 2010 û 2011’an de çi gotibe îro jî heman tiştî dibêjin. 10 salên we çima lêpirsîn nedkir? Beriya çend salan dema ku dihat xwestin AKP bê girtin Erdogan gotibû, ‘Ev dozeke Googleyê ye’. Îro jî dozên nû yên Googleyê û ajansan tên vekirin. Ji bo parlamenterên HDP’ê hiqûq tuneye.”   FEZLEKEYÊN FERMANÊN SIYASÎ   Serokwekîl Meral Daniş Beştaş, da zanîn ku fezleke qopiyên hev in û heman nûçe û gelek caran hatine nivîsandin.  Tu eleqeya fezlekeyan bi hiqûqê re tuneye. Weke ku parlamenterên HDP’ê makîneyên sûc bin derbarê wan de fezleke hatine amadekirin. Di fezlekeyan de nîqaşa ku kîjan çalakî dibe sûc û li gorî çi sûc e tuneye. Hiqûqnas vê nakin. Ev bi temamî fermanên desthilata siyasî hatine amadekirin.”   MA / Dîren Yûrtsever