Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir 2021-03-03 11:12:33   AMED - Danişîna 2’yemîn a doza derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de hatibû vekirin dest pê kir.    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li ber Minareya Çar Ling a Sûrê daxuyanî dida hatibû kuştin. Danişîna 2’yemîn a doza derbarê kuştina Elçî de ku li polîs F.T., S.T. û M.S. û Ûgûr Yakişir de hatiye vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê dest pê kir.    Parêzerên Elçî di danişînê de amade ne. Polîsên bersûc jî li bajarên lê wezîfeyê dikin bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    ŞANDEYEK QELEBALIX DOZÊ DIŞOPÎNE    Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Mahmût Togrûl, Dersim Dag, Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Alpay Antmen, parêzvanên mafê mirovan, ji Sefaretxaneya Hollandayê Sera Aleksandr Marshall û nûnerên gelek baroyan di danişînê dişopînin.    Şandeya dadgehê bi hêceta tevdîrên Kovîd-19’ê destûra 83 kesan da ku derbasî eywana danişînê bibin.    Li ber edliyê û eywana danişînê polîs hatin bicihkirin û dorpêçkirin.    Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir.