Bîra jinê: Jineolojî 2021-03-03 09:26:45 AMED - Kovara Jineolojiyê di sala 6'an de ye. Endama desteya Weşanê Rojda Yildiz, destnîşan kir ku armanca wan, deşîfrekirina kodên mêraniyê û avakirina pergaleke alternatîf e.  Kovara Jineolojiyê ku kodên pergala serdest a bavkaniyê deşîfre dike û ji bo jiyaneke demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk tevdigere, di 8'ê Aara 2016'an de dest bi weşana xwe kiribû. Endama Desteya Weşanê ya Jineolojiyê Rojda Yildiz, armanca kovarê, bandora wê ya li jinan û nêzîkayiyên ji bo kovarê nirxandin.    PROJEYA HIŞÎ Û SERWEXTBÛNÊ    Yildiz, diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wekî rojbûnê dihesibînin û got: "Ji ber ku 8'ê Adarê banga ji bo jiyaneke nû ye, li bara me pir girîng e û ji ber ku me jî bi Jineolojiyê guh li wê bangawaziyê kir, bû roja damezrandina kovarê." Yildiz, diyar kir ku belesebeb vê rojê hilnebijartine û got: "Gava me dest pê kir, me got, 'Em diyarî jinên cîhanê dikin.' Me, tenê pêşengî kir. Lê em fikirîn ku pêdiviya şoreşa jinê ya cîhanê bi awayekî nû yê fikirî û têkoşîneke hebûnê ya nû heye. Armanca me, tenê ne ku em binivîsin û xêz bikin û danberheviyeke entelektuelî deynin holê, jixwe gelek deverên vê dikin hene. Meseleya sereke, ew e ku gelo em dibin çare ji bo pirsgirêkên jinan an jî em jiyaneke nû didin ber wan. Di vî warî de, Jineoloji tam li orta dilê têkoşîna jinan disekine. Tevgera jinan a kurdî jî Jineolojî kiriye rojeva xwe û nîqaş dike. Cografyaya Mezopotamyayê, warê zanyariya jinê ye. Di heman demê de warê rûxandina vê zanyariyê ye jî. A rast ji bo ku em wê hilweşandinê cardin ava bikin, me Jinelojiyê ava kir."    SERPÊHATIYEKE 5 SALAN    Yildiz, destnîşan kir ku a rast xebatên Jineolojiyê xwe dispêrên salên dûr û dirêj û jinên kurd pir zûde ev yek nîqaş kirine û pirsên "Gelê nîqaşa zanista jinê divê çawa be, heqîqeta jinê çi ye, ê dîroka jinê çawa bê aşkerekirin" kirine. Yildiz, bilêv kir ku xwestine van pirsan bi jinan, mêran û gelan re nîqaş bikin û got: "Bi vî awayî me dest bi xebatên kovarê kirine û 5 sal in em bênavber didomînin."    AVAKIRINA JIYANEKE NÛ    Yildiz, destnîşan kir ku bi bertekine pir baş re rû bi rû mane û got: "Gelek jinan anî ziman ku nivîsên kovarê pir bandor li wan kirine û bûne sedem ku jiyana wan veguhere. Çi li ser medyaya civakî, çi jî di hevdîtinên rû bi rû de, herî zêde ev hat gotin; 'Em tu carî bi vî awayî li ser meseleya jinê, zayenda civakî û heqîqeta jinê hûr nebûbûn û me nîqaş nekiribû.' Nîqaş û nêzîkayiyên bi vî rengî, bi xwe re guherîn û veguherînên mezin çêkirin."   Yildiz, anî ziman ku bi vî awayî jinan, dît ku dê çawa jiyana xwe ji nû ve ava bikin.   Yildiz, bilêv kir ku Jineolojî tenê ji bo rexnekirina pergala heyî nehatiye avakirin û di hemû hejmarên xwe de li ser avakirina jiyaneke bi çi rengî hûr bûne. Yildiz, anî ziman ku esasnegirtina vîna jinan pirsgirêkeke mezin e û got: "Lê em ê çawa çareser bikin? Em ê çawa bibin bersiva van pirsan? Ev pir girîng e. Em di vî warî de xebateke dorfireh dikin. Atolye, panel, pêşkeşî... Tenê ne li Bakurê Kurdistanê, niha li gelek deverên cîhanê xebatên Jineolojiyê tên kirin. Jinên tên atolyeyan, li gel xebatên atolyeyê guh li xebatên kovarê jî dikin. Armanca me, ne tenê em wek weşaneke çapemeniyê bikin an jî tenê wê bifiroşin. Derdê me yê sereke, em ê çawa karibin li vîhaneke nû meseleya jin-mêr nîqaş bikin, em ê çawa karibin van nasnameyan ji nû ve ava bikin. Em li ser asasên van nîqaşan bi rê ketin. Gava me ev kirin, armanca me ew bû ku em vê bi awayekî girseyî bikin."    ELEQEYA JI BO ATOLYEYAN    Yildiz, bilêv kir ku heya niha gelek jin daxilî atolyeyên wan bûne û niha li Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Îzmîr, Stenbol û Kocaeliyê xebatên xwe yên atolyeyê didomînin û b rihetî dikare bibêje heya niha zêdetirî hezarî jin tev li atolyeyan bûne.    Yildiz, destnîşan kir ku li hemû qadên jiyanê kod û têgihên serdestiya bavkaniyê hene û têkoşîna xwe yî li dijî kodên serwer bi vî awayî bilêv kir: "Girêdayî mêraniya bi hezaran salan e. Di nav civakê de çi qas jin hebin, ew ziman jî ew qasî diguhere û vediguhere. Meseleyeke me ya sereke jî ew e ku jin wekî hebûneke civakî û nasnameyeke sereke çalak be. Jixwe ya ku zimanê bavkaniyê hilweşîne jî ev e. Heger hûn xwedî îdiayeke azadiya jinê bin û hûn ji bo vê bixebitin, nexwe pêşî divê hûn zimanê xwe reforme bikin. Divê hûn li cihekî werê bin ku li hemberî kodên bavkaniyê, alternatîfên nû ava dike. Di kovara me de, tenê kedkarên jin hene, ji wergerê bigire heya belavkirinê. Ked, ziman, paratîk û cewhera jinê bi xwe tê avakin. EM li dijî zimanê bavkaniyî bi awayekî yekpare têdikoşin. Lê belê car heye, bêyî ku haya me jê hebe em zimanê bavkaniyî bi kart înin, ji lew re em jî di vê cvakê de mezin bûn û çendî ku em dixwazin xwe jê xelas bikin jî, lê tu bikî nekî em dibînin ku car carinan sîrayetî me jî kiriye."    ARMANC PERGALEKE ALTERNATÎF    Yildiz, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li dijî qirkirina cinsî, avakirina pergaleke alternatîf e û got: "Civak pri riziyaye. Meseleya kuştina jinan heye. Heger pergala heyî têra me neke û ji xeynî mirinê tiştekî nede ber me, nexwe divê em alternatîfekê ava bikin. 8'ê Adarê lewma ev qasî girîng e. Di vê rojê de ev têkoşîna alternatîf herî zêde xuya dibe."    Yildiz, anî ziman ku divê mekanîzmayên îqtidarê yên rê li ber komkujiyan vedikin bên paqijkirin û got: "Û ji bo ku bêhna jinan derkeve divê em qadekê peyda bikin. Meseleya ku Jineolojî nîqaş dike ev e. Li hembr jina ku bi awayekî pasîf hatiye kodkirin, pergaleke bavkaniyî heye û hêza xwe ji jinê digire. Heger em karibin, heqîeta jinê derxin holê, wê çaxê em ê karibin tahdeya bavkaniyî têk bişikînin. 8'ê Adarê, di vê çarçoveyê de ji bo me bangawaziyeke ji bo jiyane nû û ev bangawazî ji bo me pir girîng e. Me Jineolojiyê guh da vê bangawaziyê. Û niha rojbûna me nêz dibe."    Yildiz, 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.    MA / Eylem Akdag