Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e 2021-03-03 09:20:40 STENBOL - Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û vê bangê li rayedaran kirin: “Mafê jiyanê pîroz e. Daxwazên girtiyan qebûl bikin.”    Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 20’emîn dewr girtiye di roja 97’emîn de dewam dike.   Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bertek nîşanî bêdengiya li hember çalakiya greva birçîbûnê dan û bang li îqtidarê kirin.    ‘GIRTÎ BÊNEFES MANE’    Endamê Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Mûrat Ekmez destnîşan kir ku girtiyan piştî salek û nîvê carek din greva birçîbûnê dan destpêkirin û got: “Daxwaza wan pir eşkere ye, li dijî tecrîd û îzolasyonê di çalakiyê de ne. Girtî di serî de dixwazin tecrîd û îzolasyona li Girtîgeha Îmraliyê û tevahiya girtîgehan bi dawî bibe. Dewlet her roj  tecrîdê girantir dike. Ev êrişek zihnî û derûnî ye. Di serdema pandemiyê de tecrîd hin bêtir hatiye girankirin. Li girtîgehan însan bênefes mane. Mafê jiyanê pîroz e. Ew li dijî tecrîdek giran di greva birçîbûnê de ne.”    JI BO TENDURISTIYÊ TALÛKE YE    Ekmez destnîşan kir ku grevên birçîbûnê her tim digihîjin sînorê mirinê û paş de daxwazên girtiyan tên qebûlkirin û ev jî ji bo tenduristiya însanan rîskek mezin e. Ekmez anî ziman ku ev grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di serdemên pêş de ji bo bedena însanan dibe xesarê bîne û di heman demê de di şertên koronayê de rîskek cudatir heye.    ‘LAZIM E POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ WERIN BIDAWÎKIRIN’    Ekmez anî ziman ku dewlet ji parastina tenduristiya girtiyan berpirsiyar e û got: “Divê dewlet bi tenduristiya wan ve eleqedar bibe û mîsoger bike. Lê em dibînin dewlet li şûna wezîfeya xwe pêk bîne tenduristiya girtiyan dixe xetereyên mezintir. Em wek rêxistinek tenduristiyê û demokratîk dixwazin dewlet li tavilê dest ji van polîtîkayên xwe berde û polîtîkayên tenduristiya girtiyan were parsatin hilberîne.”    ‘DIVÊ SEDEM WERE LÊKOLÎNKIRIN’    Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Aksaraya Stenbolê Yasemîn Bakir jî destnîşan kir ku tecrîd bûye polîtîkaya îqtidara siyasî û got: “Bi pandemiyê re polîtîkayên tecrîdê hatine girankirin. Di vê pêvajoyê de mafên tên xwestin ji aliyê îqtidarê ve tê binpêkirin. Li aliyekî civak li malan hefs bûye li aliyekî jî li girtîgehan sepanên tecrîdê kûr bûn. Divê sedemê çalakiyên di serdemek wiha pandemiyê de hatiye destpêkirin bi awayek cidî were lêkolînkirin. Lewma divê derbarê greva birçîbûnê de li tavilê hewldan werin destpêkirin. Divê hin tişt bi lezgînî werin kirin.”    MA / Nacî Kaya – Îdrîs Sayilgan