OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan 2021-03-02 16:59:48   AMED - Komeleya Hiquqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî binpêkirina mafên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê rapor amade kir. OHD'ê di raporê de anî ziman ku nameyên Kurdî nadin girtiyan.    Şaxa Komeleya Hiquqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, têkildarî binpêkirina mafên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê rapor amade kir. OHD'ê rapor aşkere kir û di raporê de anî ziman ku nameyên Kurdî nadin girtiyan.  OHD'ê destnîşan kir ku nivîs û nameyên Kurdî nadin girtiyan û di raporê de wiha çavdêriyên xwe yên li girtîgehê parve kirin.    Di ziyareta 27'ê Sibatê de piştî bi girtiyan re hevdîtin hat kirin binpêkirin wiha ne:    “* Di demên dawî de konsepta zext û tundî zêde bûye. Bê navber li odeyan lêgerînê dikin. Di lêgerînê de zext zêde kirine.    * Bi giştî di çûn û hatina nexweşxaneyan de li koridoran lêgerîn tê kirin û jimartin tê kirin. gardiyan bê navber gefan li girtiyan dixwin. Rê li pêş êrîş û provakasyonan vedikin.    * Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê ji wan dixwazin ku berê xwe bidin dîwar û girtiyan tahrîk dikin. Tundiya derûnî li ser girtiyan dimeşînin.    * Dema malbat diçin ziyareta xizmên xwe, gardiyan neheqiyê li malbatan dikin. Lêgerînên ku malbatan bêzar bikin dikin.    * Dema girtiyên bi şewba Covid-19 dikevin û wan dibin nexweşxaneyê, bêyî wan muayine bikin reçete ji wan re dinivîsin.    * Dozgerê girtîgehê têkildarî şewata înfaza girtiyan, gefa 'Eger heta niha dewletê di vê mijarê de erka xwe pêk neanîbe, nayê wê wateyê ku erka xwe pêk nîne.' li wan dixwe. Girtiyên ku cezayê wan xelas bûne û hêj girtî ne hene.    * Dema gartiyan lêgerînê dikin şertê pandemiyê li ber çavan nagirin. Bi komî dikevin kawîşan.    * Dema gardiyan diçin hêjmarê, tedbîrên şewbê li ber çavan nagirin.    * Hemû pirtûk û nivîsên wan ên şexsî desteserk dikin.    * Pirtûkên Aramê yên ne qedexe jî bi awayekî keyfî desteser dikin. Dîsa pirtûkan dereng didin girtiyan. Dîsa kovar û rojnameyên ne qedexe bi awayekî keyfî dani girtiyan.    Dîsa nameyên bi kurdî nadin girtiyan.    * Kargoyan ji 2 hefteyan carekê didin wan. dema gotinên stranan dibêjin bi hinceta fotokopiye nadin wan.    * Di 15 rojên dawî de bi hinceta tadilat heye kaloriferleran nadin xebitandin. Bi şevê hin caran heta -10 dereceyan serma zêde dibe. Li gel vê yekê hin caran 4 rojan kaloriferan pênaxin.    * Berberê diçe porê wan çê dike, bi sedema meqesa wî tune bi makînê yek tîp porê wan jê dike. "