Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir 2021-03-02 16:01:02   MÊRSÎN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer daxuyanî da û anî ziman ku dê têkoşîna kesên hatine binçavkirin bidomînin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, bi daxuyaniyekê binçavkirina 7 kesan şermezar kir. Rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku dixwazin çalakiyên siyasetmedaran wekî sûc bidin pênasekirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê her roj ev yek tê kirin. Koalîsyona AKP-MHP'ê ji bo muxaletefê bêdeng bike, serî li rê û rêbazên dijhiqûqî dide. Ji bo îqtîdara xwe biparêze û bidomîne serî li binçavkirin û girtinan didin. Ev binçavkirin û girtin nikare têkoşîna me asteng bike. Dê nikaribin bi binçavkirin û girtinê encamê bistînin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniyê xurt bikin. Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin."