Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû 2021-03-02 13:11:12   ERZIROM – Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû û polisan Hevşaredar Halît Ûgûn bi xwe re birin Erziromê.    Di saetên serê sibehê de polisan, bi ser Şaredariya Qereçobanê ya Erziromê ku di destê HDP’ê de ye girtin û lê lêgerîn dan destpêkirin. Lêgerîna li şaredariyê bi dawî bû. Polisan piştî lêgerînê qompîtura ku Hevşaredar Halît Ûgûn bi kar tîne desteser kirin û ji şaredariyê veqetiyan.    Polisan, Hevşaredar Halît Ûgûn û ajokarê wî Yakûp Ûgûn ku binçav kiribûn jî bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Erziromê. Hat hînbûn ku hevşaredar û ajokarê xwe bi angaşta “piştgiriya rêxistinê” hatine binçavkirin û di dosyaya wan de biryara nepeniyê hatiye dayîn.    HÊVIYA QEYÛM A ÇAPEMENIYÊ   Li aliyê din çapameniya alîgirê hikûmetê, nûçeyên xwe yên ku serê sibehê weke ji peywirgirtinê û tayînkirina qeyûm dan nûkirin û sernavên xwe yên “qeyûm hat tayînkirin” kirin “li bendê ye qeyûm bê tayînkirin”.