Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin 2021-03-02 09:04:07 MÊRSÎN - Hevseroka HDP'a Mêrsînê Gulbahar Şofer û Endamê Meclîsa Partiyê Bariş Karabiyik, li dijî binçavkirina rêvebiriyên partiyê çalakiya "mirovê sekinandî" li dar xistibûn. Derbarê Şofer û Karabiyik de, bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku çalakî bi telîmata rêxistinê hatiye lidarxistin.  Li Mêrsînê di 28'ê Îlona 2020'an de gelek endam û rêvebirên partiyê hatibûn binçavkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Gulbahar Şofer û Endamê Meclîsa Partiyê Bariş Karabiyik jî li dijî van binçavkirinan çalakiya "mirovê sekinandî" li dar xistibûn. Piştî ku kesê bi navê H.K. gilî kiribû Şofer û Biyik hatibûn binçavkirin û paşê bi şertê "kontrola edlî" hatibûn berdan. Ji ber vê çalakiyê derbarê Şofer û Karabiyik de îdianame hat amadekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê lêpirsîna derbarê Şofer û Karabiyik de temam kir û îdianame amade kir. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku Şofer û Karabiyik bi "telîmata rêxistinê çalakî li dar xistine" û xwestiye bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" bên cezakirin.   Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrsînê îdianame qebûl kir. Danişîna yekem a dozê dê di 27'ê Nîsana 2021'ê de bê lidarxistin.    MA / Omer Akin