Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine 2021-03-02 09:04:06 ENQERE - Di fezlekeyên ku vê dawiyê derbarê 9 parlementerên HDP'ê de hatie amadekirin, daxuyaniyên parlementeran, civînên çapemeniyê yên li meclîsê, çalakiyên ku tev li wan bûne û parvekirinên wan ên derbarê protestoyên Bogazîçiyê de sûc hatine hesibandin.  33 fezleke berpêşî meclîsê hatin kirin. Ji van fezlekeyan 28 jê derbarê 20 parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne. Garo Paylan, Sezaî Temellî, Pervîn Bûldan, Serpîl Kemalbay, Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûç, Pero Dundar, Huda Kaya, Fatma Kûrtûlan jî di nav van fezlekeyên derbarê Kobaniyê de hene.    ÎDIAAMEYA KOBANIYÊ KOPÎ KIRINE    Fezlekeyên derbarê bûyerên Kobaniyê de hatine amadekirin, hema bibêje hemû ji îdianameya "lêpirsîna Kobaniyê" hatine kopîkirin. Di fezlekeyan de kes û saziyên giliyê parlementeran kirine 2 hezar û 647 e.    AXAFTINÊN LI MECLÎSÊ    Di fezlekeyên hatine amadekirin de, parlementer bi tiştên dewam çalakiyên Kobaniyê de qewimîne, hatine tawanbarkirin. Di fezlekeyan de îfadeyên şahidên nepen, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên HDP'ê, xebatên hilbijartinç, parvekirinên medyaya sosyal hemû sûc hatine hesibandin. Her wiha Daxuyaniyên derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tahdeya Li Jinê, tecrîd, grevên birçîbûnê, protestoyên Bogazîçiyê de û civînên çapemeniyê yên li Meclîsê sûc hatine hesibandin.    Beşdarbûna parlementeran a ji bo Konferansa Demokrasî û Aştiyê ku di 25-26'ê Gulana 2013'an de li Enqereyê hatiye lidarxistin jî sûc hatiye hesibandin. Lê belê di fezlekeyan de dîroka sûc 9'ê Cotmeha 2014'an û piştî wê hatiye diyarkirin.    MA / Dîren Yûrtsever