Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye 2021-03-02 09:04:02 AMED - Danişîna doza derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de sibê ye. Ji ber kuştina Elçî 3 jê polîs 4 kes tên darizandin.  Danişîna duyem a doza derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî dê sibê (3'yê Adarê) bê lidarxistin. Elçî, di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Minareya Çarling a navçeya Sûr a Amedê hatibû li ber çavê kamerayan hatibû kuştin.    Lêpirsîna derbarê kuştina Elçî de, di 4 salan de hatibû temamkirin. Di vê pêvajoyê de 5 dozgerên lêpirsînê jî guherîbûn. Piştî lêpirsîn temam bûbû, 3 jê polîs derbarê 4 kesan de îdianame hatibû amadekirin.    Di îdianameyê de tê xwestin ku ji 2 salan heya 6 salan ceza li polîs M.S., F.T. û S.T. bê birîn. Her sê polîsên bi navbirî bi "bi awayekî qisûrdar bûne sdema mirinê" tên sûcdarkirin. Lê belê tê xwestin ku bersûc Ûgûr Yakişirê PKK'yî ku firar e, bi "kuştina bi qesdî" bê cezakirin. Her wiha ji xeynî vê tê xwestin ku ji ber kuştina du polîsan jî 3 caran cezayê muebeta giran û 45 sal cezayê girtîgehê li Yakişir bê birîn.    Lê hê beriya ku lêpirsîn temam bibe, bi daxwaza Baroya Amedê dîmenên kamereyaên rojnamevanên li cihê bûyerê hatibûn vekoland. Forensic Archîtectûre ya Beşa Mîmariya Edlî ya Zanîngeha Londrayê dîmenên kamereyan vekolabûn û paşê raporek amade kiribû. Di raporê de wekî bersûc îşaret bi her sê polîsan hatibû kirin û hatibû destnîşankirin ku 'kiryar' ew in.    Her wiha Forensic Archîtectûre ya Beşa Mîmariya Edlî ya Zanîngeha Londrayê duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rapora kuştina Elçî de vîdeoyeke kurt parve kiribû û nerazîbûna xwe ya ji bo îdianameyê anîbû ziman: "Danişîna duyem a derbarê kuştina Tahir Elçî de, ê di 3'yê Adarê de bê lidarxistin. Lê belê di îdianameyê de pirsgirêk heye. Me 3 polîs tespît kiribûn, lê belê niha endamekî PKK'ê jî wekî bersûc tê nîşandan. Halbûkî, daneyên me bi dest xistin nîşan didin ku endamên PKK'ê çek li Tahir Elçî neteqandine."