Nobeta hîndekaran ket roja 58’an 2021-03-01 14:37:46   STENBOL - Hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî danîna qeyûmê li ser zanîngeha xwe çalakiya nobetê didomînin, daxwaza xwe ya zanîngeha xweser dubare kirin.   Çalakiya hîndekar û xwendekaran a li dijî qeyûmê rektor Melîh Bûlû yê AKP'yî danîn ser Zanîngehê Bogazîçiyê dan destpêkirin ket roja 58’an. Hîndekarên ku li Kampusa Başûr hatin gel hev, dîsa pişta xwe dan avahiya rektoriyê û banga îstîfayê li rektor kirin. Hîndekaran li dijî qeyûman daxwaza xwe ya “zanîngeha xweser” dubare kirin û diyar kirin ku wê berxwedana xwe bidomînin.