Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne 2021-03-01 12:33:36 AMED – Li Amedê, 14 kesên ku di nav wan de rêveberên MEBYA-DER’ê jî hene di 14’ê sibatê de hatin binçavkirin û di dosyayên wan de biryara nepeniyê heye 3 roj in di bin çavan de ne.    Di 27’ê sibatê de li Amedê, polisan bi ser avahiha MENYA-DER’ê de girtibû û deriyê wê şikandibûn. Piştî şikandina derî polis ketibûn hundir û bi parêzerên komeleyê re 7 saetan li lêgerîn pêk anîbûn. Di encama lêgerînê de polisan belgenameyên damezrandin, rêzikname, qompîtur û formen serlêdanê yên komeleyê desteser kiribûn.    Her wiha di serdegirtina malan de jî Hevserokên MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag û Yuksel Almas û endam û rêveberên komeleyên Zekî Dag, Meyrem Soylû, Hatûn Aslan û Ayşe Çelîkbîlek, Rêvebera Bajar DBP’ê ya Amedê Hatîce Guneş, Rêveberê DBP’ê yê Navçeya Rezan Tahîr Gul, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Hanim Altindag, Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Rezan Fetûllah Işıktaş, Rêveberê bere yê HDP’ê yê Navçeya Sûrê Mûrat Uzgun, Rêveberê berê yê HDP’ê yê Bajar Hafif Işik, rêveberê MEYA-DER’ê ku bi KHK’ê hat girtin Mûzaffer Ûlaş 3 roj in di bin çavan de ne.    Hat hînbûn di dosyayên lêpirsîna 14 kesên ku hê îfadeyên wan nehatine girtin de biryara nepeniyê hatiye dayîn.