Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da 2021-03-01 10:53:55 AMED – Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ku piştrast kir cînayeta Tahîr Elçî ji aliyê polisan ve pêk hatiye. bertek nîşanî doznameyê da ku têde PKK’iyek bi kuştina Elçî hatiye sûcdarkirin.    Beşa Avahîsaziya Edlî (Forensic Architecture) ya Zanîngeha Londonê, di rapora ku têkildarî cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin amade kiribû de destnîşan kiribû ku cînayet ji aliyê polisekê ku li qadê bûye ve pêk hatiye û bi awayekî vekirî diyar e ku gule ji aliyê endamên PKK’ê ve li Elçî nehatine barandin.   ‘DI DOZNAMEYÊ DE PISRGIRÊK HEYE’   Forensic Architecture, ji ber ku Ûgûr Yakişir ê PKK’î di doznameyê de bi kuştina Elçî hatiye sûcdarkirin, li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî doznameyê da û diyar kir ku wê danişîna Elçî di 3’ê adarê de bê dîtin. Forensic Architecture, di twîta xwe de da zanîn ku di doznameyê de pirsgirêk heye hem kesek ji endamên PKK hem jî polis weke kujer hatine nişandan lê di lêkolînên me de derketibû holê ku endamên PKK’ê gule li Elçî nebarandine.