Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirinBi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin 2021-03-01 09:14:08 STENBOL - Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku operasyona Garê sînorê bêçeseriya pirsgirêka Kurd nîşan da û wiha got: "Operasyona Garê hevsengiya siyaset ser û bin kir. Êdî kevir ji cihê xwe leqiya. Ji salên 1990'î heta 2015'an 368 esker hatin rizgarkirin."  Tirkiye di 10'ê Sibatê de ji milê Başûrê Kurdistanê li dijî herêma Garê operasyona hewayî û bejayî pêk anî. TSK'ê bi tîm û hêzên taybet û bi balafirên şer ji hewayî û bejayî de operasyon li dar xist. Operasyonê 4 rojan berdewam kir. Di encama operasyonê de 13 esker, polîs û endamên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de û 3 eskerên fermandar hatin kuştin. Her çend operasyon bi dawî bû jî niqaşên der barê operasyonê de didomin. Endamên Konseya KCK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku esker, polîs û endamên MÎT'ê di êrişa hewayî, bombebaran û bombeyên gazê de û ji aliyê eskeran ve hatine kuştin. Endamên Konseyê daxuyanî dan û xwestin hêzên navneteweyî yên serbixwe li herêma operasyonê lêkolîn bikin. Endamên Konseyê xwestin heqîqet ronî bibe.    Gelek nûner û rêxistinên sivîl û civakî, operasyon rexne kirin û bertek nîşanî helwesta hikûmetê dan ku heta niha çima bi rêya diyalogê esker û polîs teslîm negirtine. Her çend AKP, HDP'ê tawanbar bike jî lê HDP'ê gelek caran bi pêşniyarname û pirsnameyan ji meclîsê xwest ku pirsgirêkê bi hevre çareser bikin.    Têkildarî operasyona Garê Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku di şertê şerde ji bo heyet encamê bistîne divê bi herdu aliyên şer re hevdîtinan bike û wiha got: "Eger heyet karibe bi herdu aliyan re hevdîtin bike û aliyan înka bike dê karibe encamê bistîne. Divê ewlehiya can a heyetê jî bê stendin. Di van şertan de ne pêkan e ku heyetek serbixwe biçe herêmê lêkolîn bike. îro pirsgirêka Tirkiye ya sereke, Îqtîdar ji van hevditin û heyetan re girtî ye. Ne pêkan e hikûmet bi vê yekê qayil bibe. Di rojeva îtîfaqa AKP û MHP'ê ji çareseriyê bêtir afirandina pirsgirêkan heye. Di van şertan de heyet nikare encamê bistîne."   PÊDIVÎ BI DEMÊ HEYE   Tahmaz, anî ziman ku di şertê heyî de heyet nikare bi her alî lêkolîn bike û ji bo vê yekê pêdivî bi demê heye. Kesên di qada navneteweyî de ji aliyê der û dorek fireh ve bên qebûlkirin, an jî heyetek dijwar a hêzên navneteweyî dikarin têkevin nava tevgrê."    BI RÊBAZÊN AŞTÎ Û DIYALOGÊ 368 ESKER HATIN RIZGARKIRIN   Rayedarên dewletê îdea dikin ku ji bo 13 kesên dîl hatine girtin ev operasyon pêk anîn. Lê em dibînin ku bi rêbazên aştiyane û diyalogê de ku kesan jiyana xwe ji dest nedane. Ji salên 1990’an heta 2015'an, bi erêkirina aliyan û navbênkariya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û kesen cuda, heta niha 368 esker hatin rizarkirin. Ji ber ku îqtidar tevgera siyasî ya Gelê Kurd  muhatab nagire û dijberî vê yekê dixwaze wê tune bike, rê li pêş van rêbazên diyalogê ya rizgarkirina eskeran girt. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, li gel malbatan ji bo kesên dîl hatine girtin serbest bên berdan, çûn bi rayedarên rêxistinê re hevdîtin kirin, lê endamên rêxistinê jî xwest rayedarên dewletê bi wan re têkeve diyalogê. Rojnameger Kemal Goktaş ev yek di 16'ê Sibata 2021'an de bi raporê aşkere kir."    Tahmaz, destnîşan kir ku îqtîdara Tirkiyeyê di nava qeyranek kûr a siyasî de ye û wiha  “Em dibînin ku operasyona Garê bi awayekî dijwar hevsengiya siyasetê xera kiriye. Êdî kevir ji cihê xwe leqiya ne.    ARMANC NE XELASKIRINA  ESKERAN BÛ   Tahmaz, diyar kir ku armanca operasyonê ne xelaskirina 13 eskeran bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye bi vê yekê qada operasyona eskerî fireh kir. Ji niha û şûnde dê di nava awa Herêma Federe a Kurdistanê de gelek operasyonan pêk bîne. Wekî demek dirêj li Rojava ev yek pêk anî, niha ev rêbaz li Başur jî test kir. Li hundir hêzên muxalif li dijî vê yekê bi ser neketin. Xwestin vê operasyonê jî bikin wekî operasyona ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtin û anîn Tirkiyeyê. Wezîrê Karên Hundir bi awayekî veşarî got "Di hedefê de Murat Karayilan heye." Eger bi vê yekê bi ser ketibûna wêkî operasyon bi ser ketibûya dê pênase kiribûna. Divê mirov wekî ku operasyon têk çûne nîşan nede. Yekem car 30 kilometre ketin hundirê sînor. Divê ev yek liber çavan bê girtin."    Tahmaz, herî dawî anî zimanku operasyona Garê nîşana sînorê bêçareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha bi dawî kir: "Êdî dê tu tişt wekî dema berê neyê nirxandin. Îqtîdar riziya ye. Ji bo xwe ji vê çavdêriyê rizgar bike, ê taktikên nû têxe meriyetê. Dê bi hemû hêza xwe tevgera siyaseta Kurd bike hedefa xwe. Ev operasyon di heman demê de ji bo îqtîdarê bû sînorek. Divê hêzên muxalif dîsa ji bo eskerên di destê PKK'ê de têkevin nava tevgerê. Divê li rêyek çar çareseriyê bigerin."    MA / Îdrîs Sayilgan