Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir 2021-03-01 09:10:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nîhat Kaya, diyar kir ku operasyona Garê derûniya “tirsê” ya hatibû avakirin ji holê rakir û got: “AKP’ê ji bo jibîrkirina Garê, bi armanca ‘serkeftineke erzan’ xwest êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, lê ew bi xwe têk çû.”  Dengvedan operayona TSK’ê ya bi 41 balafirên şer û hezek mezin a eskerî di 10’ê Sibatê de, êrîş bir ser herêma Garê ya dikeve Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di operasyonê de, 3 eskerên payebilind, 12 esker, polîs û endamên MÎT’ê yên ji aliyê PKK’ê ve hatibûn dîl girtin û yek jî hemwelatiyê Iraqê, bi giştî 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî operasyona ku di rojava Tirkiyeyê de cih xwe girt, her çiqasî rayedarên desthilatdariyê behsa “serkeftinê” kirin jî, di raya giştî de operasyon weke binkeftinê hat nirxandin û berpirsiyarê vê yekê jî weke desthilatedarî hat dîtin. Partiyên mûxalîf ên di her rewşên şer û operasyonan de, her tim piştgirî didan desthilatdariyê jî, piştî salên dûr û dirêj yekemîn car, li dijî desthilatdariyê derketin û ev binkeftina wê rexne kirin.    Di analîz û nîqaşên piştî operasyonê hatin kirin de jî, ev nirxandin hatin kirin: “Guhertina hevsengiyên hêzên li herêmê pêkane û Hikumeta Kurdistana Federe wê di têkiliyên xwe yên bi AKP’ê re de, bikeve pêvajoyek nû.”   Rojnameger Nihat Kaya yê ku bi salên dûr û dirêje li herêmê rojnamegertiyê dike, pêşketinên herî dawî ji ajansa me re nirxandin.   ÇIMA GARÊ TERCÎH KIRIN?   Kaya, diyar kir ku dema ew di warê siyasî û eskerî de tiştên li Garê hatin jiyîn digirin dest, ev rewş ji bo AKP bi binkeftinek mezin bi encam bû û wiha axivî: “Desthilatdariyê piştî operasyonê, mûxalef kir hedef. Dema ku operasyon hat plankirin jî, mûxalefet di hedefê de bû. AKP her tim siyasetekê ku mûxalifê dike hedefa xwe bi rêve dibe. Bi vî awayî têgîneke gefê ava dike û hewl dide mûxalefetê bêdeng bike. Di dema Efrînê de jî ev yek kir. Di dema Lîbyayê de jî wiha kir. Di heman demê de, li Karabag, Girê Spî û Serêkaniyê de jî bi heman rê û rêbazan tevgeriya.”   Kaya, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku helwesta rêveberiya nû ya DYA’yê nedihat zanîn ji ber wê li şûna Şengal û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Garê operasyon hat lidarxistin. AKP’ê ji bo ku hêzên navneteweyî bertek nîşan nedin, ji ber wê Garê tercîh kir. Jixwe awayê operasyonê jî dişibe operasyona DYA’yê ya li dijî Serokê DAIŞ’ê ebûbekir el Bagdadî. Diyar ji wê îlham girtine û amadekarî hatiye kirin. Arman avakirina destaneke qehremantiyê bû. Bi rastî jî ger niyeta wan a xilaskirina dîlgirtiyan hebûya, dê tu carî operasyonek wiha lidarnexistibana. Hîn zêdetir xwestin hewayeke eskerên qehreman ava bikin û bi vê mûxaletefa hûndir bêdeng bikin. Lê her tim mîna di fîlman de nabe.”    NÊZÎKATIYA CIVATA EREBAN   Kaya, dest nîşan kir ku AKP’ê li gorî nêrîna xwe, bi hiş û raman “serkeftin” li Sûriye, Lîbya û Karabagê bi dest xistiye, heman rewşê li Garê jî ava bike û wiha pê de çû: “Ev operasyon bû sedem ku li herêmê dengeyên hêzan ji nû de bên diyarkirin. Hikumeta navendî ya Iraqê, ji ber pirsgirêkên navxweyî pir gerim li operasyonê mêze nekir. Lê di heman demê de ji nedîtî ve hat. Hin komên di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP), ligel ku piştgirî dan operasyonê jî, piştî operasyonê pir bêdeng man. Ji ber ku operasyon bi ser neket, KDP’ê jî xwe paşve kişand. KDP’ê paşve gav avêt. Ev jî dide nîşandan, di hevsengiya hêzên herêmê de guhertin çêbûye. Operasyonên Tirkiyeyê yên li Ermenîstan, Lîbya, Behraspî û Sûriyeyê, bi hêzên navneteweyî paşve gav avêtibûn. Ji ber vê li hemberî Tirkiyeyê tirsek hatibû avakirin. Lê Garê ev derûniya tirsê ji holê rakir. Carek din, da nîşandan ku dikare Tirkiye bê binxistin. Encama ku Tirkiye, her tişta ku dixwaze nikare bi dest bixe da nîşandan. Ev jî bû sedem ku hem hêzên navneteweyî û hem jî gelên li herêmê helwesta xwe ji nû ve diyar bikin. Civata Erep jî, li dijî vê operasyonê derket. Hema bêje hemû beşên civata Erep daxuyanî dan. Her kes jî baş dizane ku bi vî awayî kesên dîlgirtî nayin rizgar kirin. Armanca Tirkiyeyê ew ku bi vê operasyonê axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir bike.”   BANDORA WÊ YA LI SER HERÊMÊ   Kaya, da zanîn ku DYA’yê ji xwe bi daxuyaniya xwe ya ewil helwesta xwe danî holê û wiha bidawî kir: “Tirkiye li herêmê tenê maye. Helwesta KDP’ê jî ji ya berê ne cudaye. KDP ji ber têkiliyên xwe yên aboriyê, kirîn û firotina petrol û neftê, nikare xwe ji AKP’ê qût bike. Qedera AKP û KDP’ê bi hev ve girêdayî ye. AKP ji bo vê binkeftina xwe ya li Garê telafî bike û serketinekê erzan bi dest bixe, wê hewl bide ku Garê bide jibîr kirin. Ji bo vê wê amadekariya êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji ber vê divê bergiriyên cîdî bên girtin.”   MA / Ahmet Kanbal